Rapora ÇED’ê ya Hewzaya Sarimê hat betalkirin 2024-03-31 18:29:40   AMED - Rapora ÇED’ê ya têkildarî Hewzaya Sarimê ku rê li ber ÇED’ê vedikir hate betalkirin. Parêzer Bariş Yildirim biryar nirxand û got ku cara ewil e dadgeh ji bo Hewzaya Dîcleyê biryara betalkirinê dide.    Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ji bo projeya Santrala Hîdroelektrîk a Bîrsuyê (HES) ku dihat payîn li Hewzaya Sarimê ya di navbera navçeyên Lice ya Amedê û navçeya Dara Hênê ya Çewligê de were çêkirin, biyara erênî ya Nirxandina Bandora Hawirdorî (ÇED) dabû. Welatiyên bi navên Emîn Turhalli, Kamîl Gundogan, Mehmet Ozdemîr û Mûstafa Ozan jî ji bo proje bê sekinandin li 2’yemîn Dadgeha îdareyê ya Erziromê doz vekirin. Komîsyona Hawirdorê û Bajar a Baroya Amedê û parêzerê Baroya Dêrsimê Bariş Yildirim li dijî rapora kesê pispor îtîraz kirin.    SEDEMÊN BETALKIRINÊ HATIN RÊZKIRIN   Ji 2’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Erziromê re hat gotin ku li gorî mewzûatê nehatiye tevgerîn, cihê projeyê baş nehatiye lêkolînkirin, di mijara deverên biav de li gorî mewzûatê nehatiye tevgerîn, Plana Hewzayê ya Çemê Sarimê û Hewzaya Dîcleyê ku dihat payîn proje lê bê kirin nehatiye kirin, di rapora ÇED’ê de ji hêla flora û faunayê ve baş nehatiye nirxandin, li hewzayê floaraya endemîk û creyên fauanyê hene û heke avahiyên di çarçoveya projeyê de bên çêkirin dê zirarê bidin van cureyên di bin ewlehiyê de û bi van sedeman jî xwest ku were betalkirin.    Dadgehê jî di biryara xwe de got ku dibe bandorên neyînî yên projeyê hebin, divê ji bo fealiyetên mêşvaniyê û talûkeya aşûtan tevdîr di rapora ÇED’ê de bên diyarkirin. Di biryarê de rapora ÇED’ê kêm hate dîtin û biryara “ÇED erênî ye” derhiqûqî hate nirxandin.    CARA EWIL E JI BO HEWZAYA DÎCLEYÊ BIRYAREKE BETALKIRINÊ HAT DAYÎN    Parêzer Bariş Yildirim jî biryar nirxand û got ku gelek zindiyên di çarçoveya Peymana Bernê de hatine parastin li vê herêmê hene, bi projeyê ve dê bandoreke neyînî li debara xelkê herêmê bibe. Yildirim, da zanîn ku cara ewil e ku têkildarî projeyeke HES’ê ya Hewzaya Dîcleyê biryara betalkirinê tê dayîn.    MA/ Mujdat Can