DEM Partî li gundê Abdullah Ocalan bi ferqekî mezin ser ket 2024-03-31 19:32:35   RIHA - DEM Partî li gundê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Amarayê bi ferqekî mezin bi ser ket.    Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 61 milyon û 441 hezar kes çûn ser sindoqan û karûbarên dengdayîn bi dawî bû. Hejmartina dengan dest pê kir û li hinek deveran encam diyar bûn.    Yek ji cihên ku hejmartina dengan lê bi dawî bûyî jî gundê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Amara ya navçeya Xelfetiya Rihayê ye. Li gundê Amarayê li sindoqên hejmar 1076 û 1077’ê bi giştî 398 hej deng qeydkirî bûn ji van 244’an dengên xwe dan. Ji van dengan DEM Partiyê 179 deng, AKP’ê 26, YRP’ê 20, CHP’ê 1 û partiyên din jî 3 deng standin. Her wiha 12 deng jî nederbasdar hatin hesibandin.    Ji 398 dengên ji bo Şaredariya Bajarê Mezin hatin bikaranîn 173 jê DEM Partiyê, 28 jê AKP’ê, 23 jê YRP’ê û 10 deng jî partiyên din standin. 10 deng jî nederbasdar hatin hesibandin.