Berdevka DEM Partiyê: Li bajarên ji me hatine dizîn em li pêş in lê sindoqan neterikînin 2024-03-31 20:38:45 ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku tevî manîpulasyonên tên kirin jî ew li Îdir û Şirnexê li pêş in û wiha got: “Ji kerema xwe, dev ji parastina sindoqan bernedin. Hilbijartin, di heman demê de ewlehiya sindoqan e.”  Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiyê têkildarî encamên dawî yên nefermî daxuyanî da.    Dogan, got ku di halê hazir de rewşeke ku gel ji yekperestiyê, tunehesibandinê, cihêkariyê û navendperestiyê re dibêje “Na” derketiye holê û ev tişt anî ziman: “Her ku dane eşkere dibin, em ê rewşê binirxînin. Dê hevserokên me yên giştî daxuyaniyê bidin.    EM LI ÎDIR Û ŞIRNEXÊ LI PÊŞ IN   Tevî manîpulasyona tê kirin jî em li Îdir û Şirnexê li pêş in. Ji vê saetê û şûnde peywira herî mezin ew e ku ji kerema ji kerema xwe xwe sist nekin. Hilbijartin di heman demê de ewlehiya sindoqan e. Em sindoqên xwe biparêzin, dengê xwe biparêzin û lê hişyar bin bê ka deng ji bo kîjan partiyê çawa tên nivîsandin. Em girtekan biparêzin. Pir girîng e ku em sindoqan neterikînin. Em bi baldarî dixebitin. Komên me daneyan yek bi yek bar dikin û di heman demê de piştrat dikin. Lewma jî guh nedin manîpulasyonên tên kirin.    EM LI GELEK CIHAN LI PÊŞ IN   Her wiha li gelek cihên ji me hatine dizîn em bi ferqekî mezin li pêş in. Her ku dane zelal dibin em ê bi we re parve bikin. Li ji kerema xwe dema hûn me dişopînin hişyar bin û sindoqan biparêzin. Em hewl bidin serkeftina xwe teqez bikin.”   TEVÎ HILBIJÊRÊN VEGUHESTÎ JÎ   Têkildarî navendên ku hilbijêr lê hatine veguhestin jî Dogan ev agahî da: “Min ew jî hejmartin. Me lîsteyên hilbijêrên veguhestî eşkere kiribûn. Em li wan deran jî niha bi ferqekî mezin li pêş in. Weke parlamentera Şirnexê û keseka ji Şirnexê dibêjim; Bi dehan sala ye hewl didin Şirnexê veguherînin garnîzonekê. Heke gotin di cih de be weke qişleyeke leşkerî tê bikaranîn. Lê çi bikin jî em ê destûrê nedin ew Şirnexê veguherînin garnîzonekê yan jî qişleya leşkerî.    Mîna li Şirnex û Îdirê, em li Amed, Êlih, Agirî, Sêrt, Wan, Mêrdîn, Colemêrg, Bedlî, Mûş û Dêrsimê jî li li pêş in. Lê dema daneyên piştrastkirî yên li ber destê me hatin, em ê di nava çendek saetan de encaman eşkere bikin.”