Li Akdenîzê DEM Partî li pêş e 2024-03-31 22:44:00   MÊRSÎN - Li Akdenîz a ku navçeya herî mezin a Mêrsînê ye, namzetên DEM Partiyê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan ji sedî 31,98 li pêş in.   Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê encamên hilbijartinê diyar dibin. Li gorî daneyên Ajansa Anadolûyê (AA) Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê ku bi lihevhatina bajêr hate diyarkirin (Ya ku DEM Partiyê piştevaniya wî dikir) namzetê CHP’ê Vahap Seçer ji sedî 37,72 dengan li pêş e. Li navçeya Akdenîzê jî ku navçeya herî mezin a Mêrsînê ye, namzetên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz ji sedî 31,98 li pêş in. Li Akdenîza ku ji sedî 24,46 sindoq lê hatin vekirin, gel herikî ber avahiya DEM Partiyê ya Akdenîzê.    Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li vir daxuyanyê didin çapemeniyê.