Li Esenyûrtê encam bi dirûşma ‘Jin jiyan azadiyê’ tên pîrozkirin 2024-03-31 23:32:12   STENBOL - Welatiyan li Esenyûrta ku DEM Partiyê bi “Lihevkirina bajêr” piştgirî dayê, encamên hilbijartinê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” pîroz dikin.    Li gorî daneyên ewil yek ji navçeyên herî mezin a Stenbolê Esenyûrtê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştgirî da namzetê “Lihevkirina bajêr” bi ferqeke zêde li pêş e. Ahmet Ozer ê di bin banê CHP’ê de kete hilbijartinê li gorî daneyên ewil ji sedî 50 deng wergirtiye.    Heta niha ji sedî 50’yan sindoq vebûne. Welatiyên li Esenyûrtê, hatin ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Esenyûrtê encaman pîroz dikin. Welatiyên li ber avahiya navçeyê kom bûn dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.    Girseyê li Qada Esenyûrtê konvoy çêkir û li kolan û cadeyan keyfxweşiya xwe nîşan dan.