Xelkê Çermûgê li dijî ber bi edliyeyê ve meşiya 2024-03-31 23:34:23   AMED - Li navçeya Çermûgê karûbarê hejmartina dengan didome û DEM Partî li pêş e. Piştî agahiya ku di hejmartina dengan de pirsgirêka heye, xelkê navçeyê ber bi pêşiya Edliyeya Çermûgê ve meşiya.    Li navçeya Çermûgê ya Amedê hilbijartin di navbera DEM Partî, CHP, Partiya Yenîden Refahê û AKP’ê de derbas dibe. Piştî ku DEM Partî ketî pêş, hejmartina dengan hate hêdîkirin. Welatiyên ku ketin fikara mudaxilekirina encaman, ber bi pêşiya Edliyeya Çermûgê ve herikî. Li ser agahiyên hatin bidestxistin, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, hevseroka DBP’a bajar Sûltan Yaray û rêveberên bajar çûn Çermûgê. Welatiyên li pêşiya edliyeyê kom bûn dirûşman berz dikin û namzet bi çepikan pêşwazî kirin. Namzetan têkildarî rewşê hatin agahdarkirin.    Hejmartina dengan a li navçeyê didome û namzetan banga xwedîderketina li sindoqan li gel kir. Li gorî girtekên bi îmzeya şil, DEM Partî li pêş xuya dike û hêj ji sedî 35’ê sindoqan nehatine hilbijartin.