AKP’ê bi dengên ‘veguhestî’ xesp kir 2024-04-01 00:09:23   NAVENDA NÛÇEYAN - AKP’ê li hin navendan bi dengên leşker û polîsên veguhestî xesp kir. Îtîrazên DEM Partiyê yên bi belge didomin.    AKP’ê 46 hezar û 901 leşker û polîs weke hilbijêr veguhestin 31 navendên bakurê Kurdistan. AKP’ê tevî dengên leşker û polîsan ên veguhestî li gelek navendan winda kir. Lê hin navendan bi dengên veguhestî yên leşker û polîsan xesp kir. DEM Partî dê îtîrazî encamên ku hêj ne fermî ne bike.    SÊRT/DIHÊ      Li navçeya Dihê ya Sêrtê li gorî encamên ne fermî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) 2 hezar û 125 deng wergirt. AKP’ê jî bi hilbijêrên veguhestî 2 hezar û 857 (hezar û 71 ên veguhestî) deng wergirtin.    ŞIRNEX/ELKÊ     Li navçeya Elkê ya Şirnexê DEM Partiyê 928 deng wergirtin. AKP’ê hezar û 616 (828 veguhestî) deng wergirtin.    COLEMÊRG/ŞEMZÎNAN      Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê DEM Partiyê 3 hezar û 739 deng wergirtin. AKP’ê jî bi hilbijêrên veguhestî 4 hezar û 75 (Hezar û 886 veguhestî) deng wergirtin.