Çepnî: Polîtîkayên AKP’ê yên şer û mêtingeriyê têk çûn Beştaş: Bila Îmamoglû nebêje ‘ev deng ên min in’ 2024-04-01 00:15:12   SETNBOL – Namzetên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin a Stenbolê têkildarî encamên hilbijartinê axivîn. Mûrat Çepnî got ku polîtîkaya AKP’ê ya şer têk çû û Meral Daniş Beştaş jî got: “Bila Îmamoglû teqez nebêje ‘ev deng ên min in.’ Ev deng, dengên gelê me ne ku xwest AKP’ê ceza bike.”    Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî têkildarî encamên hilbijartinê li avahiya Rêxistina DEM Paratiyê ya Stenbolê daxuyanî dan.    ÇEPNÎ: AKP’Ê WINDA KIR   Mûrat Çepnî got; “AKP’ê winda kir” û wiha domand: “Polîtîkaya şer û mêtingeriyê ya AKP’ê ku 20 sal in didomîne, têk çûn. Yên bi ser ketin, daxwaza guherîn û çareseriyê ya gelên me bû. Li dijî xespên qeyûman gelê kurd bi ser ket. Divê baş bê fêmkirin ku ev encam nayê wateya çareserbûna pirsgirêkan. Van encaman nîşan da ku divê hêzên ked û demokrasiyê li dora DEM Partiyê bibin yek. Guherîn, tenê bi têkoşîna rêxistinkirî û demokratîk dibe.”    BEŞTAŞ:  ÎMAMOGLÛ BILA NEBÊJE EV DENG ÊN MIN IN    Meral Daniş Beştaş jî got ku li gorî encamên heyî DEM Partî di hilbijartinan de bi ser ketiye. Beştaş, got ku hilbijêrên DEM Partiyê xwestin li Stenbolê AKP’ê ceza bikin û ev tişt anî ziman: “Encama li Stenbolê derketî holê ev bû. Anku bila Îmamoglû nebêje, ‘ev deng ên min in.’ Ew deng ne tenê yên wî ne, yên me jî deng dan wî. Birina hilbijêrên qaçax li kurdistanê, bandor li hilbijartina Stenbolê kir. Gelê me bersiva pêwîst da. Me li Stenbolê winda nekir. Demekî ku AKP’ê li dijî kurdan şer dikir, hilbijartin winda kir. Gelê kurd bersiva pêwîst da. Gelê me careke din nîşan da bê ka di mijara dayîna dengê stratejîk de çiqas serkeftî ye. Nexwe me tu caran ev rêjeya deng nedistand. Dê têkoşîna me bidome û dê hêj gelek bibin xewnereşkên wan.”