Gelê Qilebanê li pêşiya lijneya hilbijartinê di nobetê de ye 2024-04-01 00:15:59   ŞIRNEX - Li Qilebana ku bêusilî lê hatine jiyîn gel li pêşiya lijneya hilbijartinê nobet da destpêkirin. DEM Partî daxuyand ku ferqa dengan daket 127’an.    Li Qilebana serê sibê dengdayîn dest pê kir û, di saet 16.00’an de jî bi dawî bûn. Li navçeyê di tevahiya rojê de bêusilî hatin jiyîn û 2 hezar û 500 hilbijêr ji derve hatin navçeyê. Li gorî daneyên nefermî AKP’ê ji sedî 48.97, DEM Partiyê ji sedî 42.00 deng girtin. DEM Partî îtîraza encaman kir. Li gel îtîraza hatiye kirin, gel li pêşiya lijneya hilbijartinê nobet da destpêkirin. Gel ê li pêşiya lijneya hilbijartinê kom bûye bi hilkirina agir li benda encaman disekine.     Li gorî agahiyên rêveberiya DEM Partiyê parve kirine, ferqa dengan ket 127’an. Li gel vê yekê tê îdiakirin ku sindoqek bi awayeke bêusilî hatiye revandin. Bendewariya gel li pêşiya lijleya hilbijartinê didome.