Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê: Me her 14 şaredarî jî bi dest xistin 2024-04-01 01:19:38   WAN - Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê îlan kir ku ji bilî Şaredariya Bajarê Mezin her 14 şaredariyên navçeyan wergirtine.    Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê îlan kir ku ji bilî Şaredariya Bajarê Mezin her 14 şaredariyên navçeyan bi dest xistine. Hate diyarkirin ku li navçeya Miksê ya hilbijartin ser bi ser diçe, li gorî girtekên îmzekirî partiya wan bi ser ketiye. Rêxistina Bajêr daxuyanî da û wiha got: “Li gorî pergala şopandinê ya hilbijartinê ya partiya me, girtekên encamên sindoqan ên îmzekirî û girtekên gihiştine YSK’ê li navçeya me ya Miksê şaredarî DEM Partiyê bi dest xistiye. Namzetê AKP’ê namzetên me yên hevşaredariyê pîroz kir û ji eywanê derket. Li ser van encaman ji aliyê beşên cuda ve encamên hilbijartinê tê xwestin ku bên manîpulekirin. Li dijî vê rewşa bêhiqûqiyê şandeyek çûye navçeyê. Em ê vîna gelê xwe biparêzin.”