Li kolanên Îdirê serkeftina hilbijartinê: Bijî Serok Apo 2024-04-01 08:15:02 ÎDIR-  Xelkê Îdirê li dijî AKP-MHP û tevahiya sazî û kadroyên dewletê serkeftineke mezin bi dest xist. Xelkê bajar li kolanan serkeftina xwe bi dirûşma “Bijî Serok Apo” pîroz kir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tevî hêza AKP-MHP û dewletê jî li Îdirê serkeftineke mezin bi dest xist. Xelkê bajar heta serê sibehê serkeftina xwe pîroz kir. Ji sedî 90’î sindoqan hatine vekirin û li gorî encaman, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Mehmet Nûrî Guneş û Nejla Kum bi rêjeya ji sedî 52 bi ser ketin.    Çar navçe û 2 bajarokên din jî ketin destên partiyên din ên siyasî.    BI DIRÛŞMA ‘BIJÎ SEROK APO’ MEŞ LI DAR XISTIN    DEM Partiyê li pêşiya buroya hilbijartinê ya Zagrosê ya li ser Cadeya Cumhuriyetê pîrozbahî li dar xist. Di pîrozbahiyê de stran hatin gotin, tililî hatin avêtin û fîşekên hewayî hatin teqandin. Girseyê dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştre jî ciwanan rê ji trafîkê re girt û govend gerand. Ciwanan bi dirûşma “Bijî Serok Apo” meş li dar xist.