Li Mêrsîn û Toroslarê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ser ket 2024-04-01 10:08:24   MÊRSÎN - Li gorî agahiyên nehatine piştraskirin di Şaredariya Bajarê Mezin a Mersînê û navçeya Toroslarê de “Lihevkirina Bajar”, li Akdenîzê jî DEM Partî bi ser ket.    Hilbijartinên 31’ê adarê duh hatin lidarxistin. Li gorî agahiyên nehatine piştrastkirin li Mêrsînê ji sedî 99.95’ê sindoqan hative vekirin. Endamê CHP’ê yê ku DEM Partiyê di çarçoveya “Lihevkirina Bajar” de piştgirî dabûyê ji sedî 59,50 deng girt û bi ser ket. Li Akdenîzê jî namzetên DEM Partiyê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan ji sedî 36,92 deng girtin û bûn hevserokên şaredariyê. Namzetê AKP’î Muhammet Mustafa Gultak ê di navçeyê de wek namzet hatibû nîşandan jî ji sedî 30,39 deng girt.    LI AKDENÎZÊ DEM PARTÎ BI SER KET   Bi vekirina sindoqan gelê Mêrsînê li pêşiya avahiyê DEM Partiyê yê navçeya Akdenîzê kom bû û heya derengiya şevê serkeftina hilbijartinê pîroz kir. Gel gelek caran diruşmên “Akdenîz ya me ye, dê wek ya me bimîne”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin, tililî veda û govend gerand. Namzetên hevşaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan daxuyanî dan.    Nuriye Arslan destnîşan kir ku ew bi hev re bi ser keftine û wiha axivî: “Em hemû ev 24 saetin li ser piya ne. Me serkeftineke girîng bi dest xist. Em ê li cem gelê xwe bin.” Hoşyar Sariyildiz jî ev tişt gotin: “Ev serkeftin, ji gelên Tirkiyeyê yên aştî, xwişk û biratiyê xwestîne re hatiye diyarîkirin.”    LI TOROSLARÊ LIHEVKIRINA BAJAR BI SER KET   Li navçeya Toroslarê jî namzetê CHP’î Abdurrahman Yildiz ê wek “Lihevkirina Bajar” hatiye diyarkirin ji sedî 47,05’ê dengan girt û bi ser ket.