Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Rêwîtiya ber bi Rojê ve’ derket 2024-04-01 10:45:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 224’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rêwîtiya ber bi Rojê ve” gihişt ber destê xwînerên xwe.    Rojnameyê Xwebûnê ku heftane weşanê dike, di hejmara 224’an de bi minasebeta 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bal kişand ser Meşa Amara ya 20 salan û bi manşeta “Rêwîtiya ber bi Rojê ve” derket.    Rojnameyê di rûpela Jin de cih da nivîsa nivîskar Eylem Şoreş û bi sernavê “ Ber bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ve.”