Li Çermûgê DEM Partiyê li dijî encaman îtîraz kir 2024-04-01 16:10:00   AMED - DEM Partiyê li navçeya Çermûg a Amedê ji ber bêusûliyên di hilbijartinê de hatine kirin li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz kir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji ber bêusûliyên li navçeya Çermûg a Amedê di hilbijartinê de hatine kirin,  li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz kir. Li gorî encamên nefermî, namzetê AKP’ê 6 hezar û 75, CHP’ê 5 hezar û 478, Partiya Yenîden Refahê 5 hezar û 318 û namzetên DEM Partiyê jî 5 hezar û 292 deng standiye. Ji ber bêusûliyên di dema hejmartina dengan de, îtîraz hate kirin.    Di daxwaznameya îtîrazê de hat destnîşankirin ku dengên di sindoqên b hejmar 1010, 1013, 1023, 1027,1043, 1048, 1050, 1051, 1058, 1059, 1060, 1063, 1067, 1072, 1073, 1081, 1083, 1095, 1102 û 1131’ê de diviyabû dengên derbasdar bihatina qebûlkirin, bêyî hincetek were nîşandan weke nederbasdar hatine hesibandin û vê jî bandor li encama hilbijartinê kiriye.    Her wiha hat gotin ku biryarên YSK’ê û giştîname hatiye binpêkirin û sedema dengên weke nederbasdar hatiye diyarkirin nehatiye vegotin. Bi domdarî hat gotin ku mohra sindoqa bi hejmar 1027’ê winda bûye û piştî dîtina mohrê jî kesên hatin derdora sindoqê li şûna hilbijêrên qeydkirî dengên komî avêtine. Di daxwaznameyê de hat xwestin ku dengên nederbasdar dîsa bên hilbijartin û bêhiqûqtiyên heyî ji holê bên rakirin.