Leşkerên ‘veguhestî’ ji Qersê derdikevin 2024-04-01 16:10:45   QERS - Leşker û polîsên ku AKP-MHP’ê ji bo bandorê li encama hilbijartinê bikin anîbûn Qersê, bi otobûsan ji bajar tên derxistin.    Îktîdara AKP-MHP’ê ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên duh de bi hezaran leşker û polîs veguhestibû navenda Qersê, îro jî heman “hilbijêrên veguhestî” bi otobûsan ji bajar derdixîne. Polîs û leşkerên ku bi otobûs û mînîbusan ji bajar derdikevin, li ser rêya Selîm û Qamûşanê hatin dîtin. Welatiyan, kêliyên ku leşker û polîs ji bajar derdikevin qeyd kirin.    HILBIJARTIN HAT XESPKIRIN   Di hilbijartinên duh ên navenda Qersê de MHP’ê 16 hezar û 384; DEM Partiyê jî 13 hezar û 120 deng stand. Di navbera wan de 3 hezar û 264 deng hebûn.    DEM Partiyê tespît kir ku 3 hezar û 842 leşker û polîs li bajar hatine veguhestin.