Namzetê hevşaredariyê yê Gêlê: AKP li vir bi ser neketiye 2024-04-01 16:33:40   AMED - AKP’ê li navçeya Gêlê hezar û 200 leşker veguhest û şaredarî xesp kir. Namzetê DEM Partiyê Zulkuf Polat anî ziman ku dê xelkê navçeyê xespkaran qebûl neke û got: “Bi veguhestinê qeyûm tayîn kirin.”    AKP’ê li navçeya Gêlê ya Amedê hezar û 200 leşker û polîs veguhest û yekser mudaxileyî encamên hilbijartinê kir. AKP niha tenê 207 dengan li pêşiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xuya dike. Tê payîn ku DEM Partî li dijî encaman îtîraz bike.    Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê Zulkuf Polat bertek nîşanî veguhestina leşker û polîsan da û ev tişt anî ziman: “Pergal li şûna piştre qeyûm tayînî navçeyê bike, bingeha qeyûm amade kir. AKP’ê li bajar tu hilbijartin qezenc nekir. Bi veguhestina hilbijêrên derve re li Gêlê qeyûm hate tayînkirin. Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Li gorî me xelkê navçeyê dê wan qebûl neke.”