Pasûriyan serkeftina xwe pîroz kirin: Xwediyên vê axê em in 2024-04-02 08:59:03 AMED - Hevşaredarên navçeya Pasûrê Fatma Ay û Mûrat Îpek ku di pîrozbahiya serkeftina partiya xwe de axivîn, diyar kirin ku ew ê wekheviyê binîn Pasûrê û wiha gotin: “Em weke wan ne tenê ji bo gundê xwe, em ê ji 35 hezar welatiyên xwe re xizmetê bikin. Xwediyên vê axê em in.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Pasûr a Amedê tevî hewldanên AKP-MHP’ê ya “hilbijêrên qaçax” jî serkeftineke mezin bi dest xist. Ji bo pîrozkirina serkeftinê, bi sedan welatiyên pasûrî li ber deriyê avahiya DEM Partiyê ya navçeyê kom bûn û bi meşale û fîşekên hewayî serkeftina xwe pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de girseyê dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Pasûrê” berz kirin û heta nîvê şevê govend gerandin. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn jî tev li pîrozbahiyê bû. Hatûn û hevşaredarên navçeyê Fatma Ay û Mûrat Îpek bi ciwanan re govend gerandin.    ‘XWESTIN VÎNA GELÊ PASÛRÊ XESP BIKIN’   Di pîrozbahiyê de ewilî hevşaredarê navçeya Pasûrê Mûrat Îpek axivî û anî ziman ku bi pere û baca wan bi hezaran leşker kişandin Pasûrê, xwestin vîna Pasûriyan desteser bikin. Îpek, diyar kir ku lê gelê Pasûrê nîşanî wan da ku vîna gelê Pasûrê çiqas xurt e. Îpek, da zanîn ku xwediyê axê ew in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew ne ji me ne, em bi xîret in û ew jî bejik in. Lê em bi serketin û em ê bi xizmetên pêwîst û lezgîn dest bi xebatên xwe bikin.”    ‘EM Ê JI BO 35 HEZAR WELATIYÊN XWE XIZMET BIKIN’   Piştre jî hevşaredara navçeyê Fatma Ay axivî û got ku careke din diyar bû ku kes nikare vîna gelê Pasûrê desteser bike. Ay, da zanîn ku ev 8 sal in vîna wan hatiye desteserkirin lê Pasûrê vîna xwe ji destê qeyûm û dizan derxist. Ay, diyar kir ku ew bi gelê xwe serbilind in û wiha berdewam kir: “Înşelah em ê layiqê gelê xwe bin. Em ê wekheviyê binîn navçeya xwe û em weke wan tenê ji gundê xwe re na, ji 35 hezar welatiyên xwe re xizmetê bikin. Xwedê me li ber we nede şermê.”   ‘EM Ê JI GUNDÊ XWE YÊ EWIL HATIYE ŞEWITANDIN DEST PÊ BIKIN’   Herî dawî hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun axivî û da zanîn ku gel bersiveke xurt daye kesên ku dixwestin vîna gel desteser bikin. Hatun, anî ziman ku gava wan dest bi kar kir, ew ê gund bi gund xizmetên xwe jî bidin destpêkirin û wiha got: “Li vir gelek gundên me şewitandin, lê em ê wan gundên xwe dîsa şên bikin. Êdî para me ne mirin e, jiyan e. Wan ewilî kijan gundê em şewitandi be, em jî dê ji wî gundî dest bi xebatên xwe bikin.”