Amara li benda mevananên xwe ye 2024-04-02 09:02:10 RIHA - Bi boneya 75 saliya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wekî her salê îsal jî di 4'ê Nîsanê de li Kurdistan û ji metropolên Tirkiyeyê gel wê berê xwe bide gundê Amarayê. Xwarziyê Abdullah Ocalan Alî Ocalan ku gel vexwand gundê Amarayê bi lêv kir ku wekî malbat ew ê bi hatina mevanan kêfxweş bibin.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî di 15 Sibatê 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên dijwar ên tecrîdê de tê girtin. Ji ber tecrîda girankirî ya girtîgeha Îmraliyê 3 sal in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Li dijî agahînegirtina ji Abdullah Ocalan, girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiyên grevên birçîbûnê yên girtiyan berdewam dikin û li gelek deverên cîhanê jî li dijî tecrîdê gel azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin.   Rêberê PKK Abdullah Ocalan ku di 4'ê Nîsanê 1949'an de li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ji dayik bûye, dikeve 75 saliya xwe. Wekî her salê îsal jî gelê kurd û gelên ji fikir û ramanên Abdullah Ocalan bandor bûne wê li qadan rojbûna Abdullah Ocalan pîroz bikin û berteka xwe ya li dijî tecrîdê bilind bikin. Gundê Amara ku Abdullah Ocalan lê dayik bûye jî wekî her salê îsal jî wê di 4'ê Nîsanê de bibe ziyaretgeha gelan. Xwarziyê Abdullah Ocalan Alî Ocalan ku li gundê Amrayê dijî têkildarî 4'ê Nîsanê bang li gel kir û got ku ew bi hatina mevanan wê kêfxweş bibin.    LI AMARAYÊ PÎROZBAHIYÊN YEKEM   Alî Ocalan diyar kir yekem car di sala 2003'yan de bi çend jinên ku ji Edene û Mêrsînê ji bo 4'ê Nîsanê hatin Amarayê pîrozbahiyan dest pê kiriyêeû got: “Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê li vir dest pê kirin û her pîrozbahî di atmosfereke cejnê de derbas bû. Hemû dewletên navneteweyî xwestin diyaloga di navbera gelê kurd û birêz Ocalan de qut bikin. Armanca wan bi vê komployê jî ev bû. Lê belê di dema ku birêz Ocalan di girtîgehê de bû jî ev têkilî qet qut nebû. Gelê wî du qat zêdetir piştgirî da wî û fikrên wî. Ev nêzî 3 sal in ne me, ne xizmên wî û ne jî parêzerên wî nikarin bi wî re hevdîtinê bikin. Em dixwazin demildest pê re biaxivin."   'WEKE MALBAT BI FIKARIN'   Ocalan anî ziman ku ew wekî malbat ji ber agahînegirtina Abdullah Ocalan bi fikar in û ev tişt gotin: “Em dixwazin birêz Abdullan Ocalan demildest bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtine bike. Wekî malbat em dixwazin di zûtirîn demê de ji tendûristiya birêz Abdullah Ocalan agahiyan bigirin. Banga me ji rayedaran re ew e ku her girtî xwedî mafên rewa ye. Hevdîtina bi malbat û parêzerên wan re mafê qanûnî ye. Bila vî mafê xwe pêk bînin. Bila qanûnên xwe bi cih bînin. Ev ne qanûnî ye. Bila qanûnên xwe pêk bînin. Em tiştekî zêde naxwazin. Em tenê dixwazin ku weke her girtiyekî mafên birêz Ocalan jî bi cih bên. Girtiyan ji bo rakirina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û qebûlkirina daxwazên girtiyan divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Heke deriyên Îmraliyê neyên vekirin, pirsgirêka Kurd jî çareser nabe."   'EM JI MÊVANAN RE AMADE NE'   Ocalan bi bone rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi lêv kir ku ev ji mevanan re amade ne û ev bang li gel kir: “75’emîn rojbûna birêz Abdullah Ocalan li hemû gelê me pîroz be. Wekî her sal îsal jî tevî astengiyan gel wê bere xwe bidin Amarayê. Weke malbat, em gelek kêfxweş in ku wan wekî mêvanên xwe pêşwazî dikin. Em ji bo mazûvaniya wan amade ne. Birêz Abdullah Öcalan hebûn û rastiya gelê kurd ku tune dihat hesibandin derxist hole. Ji ber vê yekê gelê Kurd girîngiyeke mezin dide Birêz Abdullah Ocalan. Bi heman awayî gelên cîhanê jî nirxekî mezin didin birêz Abdullah Ocalan."   MA / Mahmût Altintaş  - Ceylan Şahînlî