Li Îzmîrê tundiya mêr: Zarokek xwe kuşt yek jî birîndar kir 2024-04-02 09:25:27   ÎZMÎR - Kesê bi navê Umut Aktaş bi çekê êrişî du keçên xwe kir. Di êrişê de zarokek hate qetilkirin û yek jî bi giranî birîndar bû.    Li Îzmîrê kesê bi navê Umut Aktaş bi çekê êrişî keçên xwe yên 6 salî û 10 salî kir. Di êrişê de zaroka 6 salî Tugçeyê jiyana xwe ji dest da û Seda jî bi giranî birîndar bû.    Umut Aktaş ku bi hevjîna xwe Elîf Aktaş (30) re di qonaxa hevberdanê de bû, piştî rûspiyên malbatan ketin navberê hatibûn gel hev. Piştî ku Elîf Aktaş daxwaza silhê ya Umut Aktaş red kirî, bi hinceta komkirina alavên xwe hate malê û bi çekê êrişî her du zarokên xwe kir. Piştre jî hewl da întîhar bike.    ÊRIŞÎ ZAROKÊN XWE KIR Û PIŞTRE HEWL DA XWE BIKUJE    Li ser îxbatê polîs û komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin. Piştî mudaxileya ewil, her du zarok û Aktaş rakirin nexweşxaneyê.    Ji birîndaran Tugçe Aktaş a 6 salî jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku tedawiya Seda Aktaş û êrişkar Umut Aktaş jî didome û rewşa wan giran e.