Li Curnê Reş piştî 45 salan serkeftineke dîrokî 2024-04-02 11:27:23   RIHA - Serkeftina DEM Partiyê ya li navçeya Curnê Reş, 45 sal berê bi bîr xist ku cara ewil deriyên şaredariyê li jinan hatibûn vekirin. Mahmet Alî Artuk ku wê demê di nava xebatan de cih digirt, wiha got: “Gel bi ser ket, namzetê AKP’ê û pergal têk çûn.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de li Rihayê mohra xwe li gelek serkeftinên nû da. DEM Partiyê şaredariyên Curnê Reş, Pirsûs, Xelfetî, Hewag, Berecûk, Serêkaniyê û Wêranşarê bi dest xis. Yek ji şaredariya ku DEM Partî bi qezenckirina wê herî zêde pê keyfxweş bûyî jî Curnê Reş bû ku piştî 45 salan dîsa hat bidestxistin.    DEM Partî berdewamiya kevneşopiya tevgera siyasî ya kurd e ku ji sala 1979’an heta niha ev navçeye bi dest nexistibû.    Curnê Reş yekemîn şaredariya tevgera siyasî ya kurd bi dest xistibû lewma xwedî girîngiyeke mezin bû. Di hilbijartinên şaredariyê yên 6’ê gulana sala 1979’an de namzetê tevgera siyasî ya kurd Nadîr Temel piraniya dengan bi dest xist û bûbû şaredar. Saadet Yavuz, Emîne Haciyûsûfoglî û Durre Kaya weke endamên meclisa şaredariyê û Nadîr Temel jî weke şaredar hat hilbijartin. Di serê sala 1980’an de Temel û hemû endamên meclisê ji peywirê hatin girtin û qeymeqamê navçeyê Taykan Ataman weke qeyûm hate tayînkirin.    Piştî Temel jî li ser navê tevgera siyasî ya kurd, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl ketin hilbijartinê. Xelkê navçeyê ji ber serkeftina piştî 45 salan, gelek keyfxweş bûn. Piştî sala 1979’an, cara ewil şaredarî hat bidestxistin. Endamê Hewldana 78’an a Rihayê Mehmet Alî Artuk (69) di xebatên sala 1979’an de cih digirt, têkildarî serkeftina piştî 45 salan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    Mahmet Alî Artuk   'ŞOREŞGERAN PAŞVEGAV NEAVÊTIN’   Artuk, da zanîn ku li navenda Rihayê weke zarokê malbateke sewalkar ji dayik bûye û li Dibistana Seretayî ya Ulku ya Curnê Reş hevaltiya ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Halîl û Fûat Çavgun kir. Artuk, got ku malbata wî nedikariya bi sewalkariyê debara xwe bike lewma wî jî nekarî perwerdeya xwe bidomîne û wan salan ji rêxistinên çepgir bibandor bûye. Artuk, wiha got: “Ez jî êdî weke şoreşgerekî dijiyam. Em di nava civakeke feodal de mezin bûn. Me xwe bi xwe ji xwe re digot şoreşger û wisa tevdigeriyan. Wê demê Ocaxên Çandê ya Rojhilat a Şoreşger (DDKO) hebû û em ji mînakên şoreşê yên cîhanê haydar dibûn. Wan mînakan bala me dikişand. Van hewldanên me yên şoreşgeriyê axa û xwediyên mal û milk ditirsand. Nedixwestin kesên keda wan dimêtin zana bibin. Bi alîkariya dewletê re Suleymaniyan hewl dan me tesfiye bikin û di 19’ê gulana 1978’an de Halîl Çavgun kuştin. Dixwestin tirs û xofê belav bikin. Lê şoreşgeran paşvegav neavêtin.”    DI 1979'AN DE HEVSEROKATÎ   Bi domdarî Artuk got ku di encama têkoşîna şoreşgeran de şaredarê Suleymanî Mehmet Veysî Bayuk li ser mîkrofona şaredariyê bi anonsekê îstîfa kir û wiha pê de çû: “Ji bo cihê vala mayî jî biryara hilbijartinê hate dayîn. Di hilbijartinên 6’ê gulana 1979’an de Tevgera Azadiyê ya Kurd ji endamên malbateke xizan a gelê kurd Nadîr Temel weke namzet nîşan da. Nadîr Temel kesayetekî hevterib û kedkar bû. Gel jê hez dikir. Piraniya dengan stand û bû şaredar. Pêşengtiya kampanyaya hilbijartinê jî pêşengên PKK’ê Salih Kandal, Mehmet Hayrî Durmuş, Mehmet Karasungur û Cuma Tak bi xwe kirin. Em jî jê re bûn alîkar lê keda esasî wan da. Mal bi mal geriyan û qala şaredarîvaniyê ji gel re kirin. Kedkarekî ku axa nebû, bi dengên gel hat hilbijartin. Bi qezenckirina şaredariyê re deriyê şaredariyê li jinan vebûn. Ji bo endamtiya meclisa şaredariyê Saadet Yavuz, Emîne Haciyûsûfoglû Durre Kaya hatin hilbijartin. Nadîr Temel jî bû şaredar. Tovê pergala hevserokatiyê cara ewil wê demê hat reşandin. Şoreşgeran şêweyê xwe afirandin. Hemû kesî ew qebûl kirin. Pirsgirêka kê çêbûbûya şoreşgeran çareser dikirin. Hemû kes ji bo edaletê li benda şoreşgeran bû. Şoreşgeran wekheviya jin û mêran diparastin.”    'NAVÇE LI CEWHERA XWE VEGERIYA’   Di berdewamê de Artuk ev tişt anî ziman: “Nadîr Temel di demekî kin de tiştên gelek baş kir. Şefaf bûn û xelk daxilî rêveberiya şaredariyê kirin. Temel, di 12’ê Îlonê de hate girtin û îşkence lê hate kirin. Dema di dadgehê de pirsa ‘çima bûy şaredar’ jê hat kirin, got ku ji bo xizmeta gel bûye namzet.”   Artuk, got ku di doza sereke ya PKK’ê de hatiye girtin û wiha pê de çû: “20 salan  girtî mam û di 2021’ê de hatim bedan. Piştî 45 salan, Curnê Reş dîsa li cewhera xwe vegeriya. Ev 44 sal bûn heman malbatê şaredarî birêve dibir. Gel got ‘êdî bes e.’ Di 31’ê Adarê de ne tenê namzetê AKP’ê, pergal jî têk çû. Serkeftina DEM Partiyê, qêrîna gel a li dijî zilmê ye. Peyama ‘ez heme û li vir im’ dan pergalê. Peyama ‘ez bi xwe dê xwe birêve bibim’ e. Barê hevşaredarên nû giran e. Divê wekî hev nêzî her kesî bibin û feraseta şaredariya demokratîk bi her kesî bidin hîskirin. Ji bo barê xwe sivik bikin jî divê bi gel re birêve bibin. Dema min gotina ‘em bi ser ketin’ di 31’ê Adarê de bihîstî, min heman keyfxweşiya ji gotina ‘em bi ser ketin’ a 45 sal berê jiya. Gelek keyfxweş bûm. Min heman hesta 45 sal berêji bîr nekiriye. Min dîsa jiya.”    MA / Emrûllah Acar