Gelê kurd qeyûm paş ve şand! 2024-04-02 11:52:47   ÎZMÎR - DEM Partiyê, ji 48 şaredariyên ku qeyûm lê hatibûn tayînkirin 37’ê wan dîsa stend û hejmara şaredariyên xwe derxist 78’an. Şaredariyên mane jî bi dengên veguhestî yên lesker û polîsên ve hatin xespkirin.    Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê gel di 31’ê Adarê de jî bo rêveberên herêmî diyar bikin careke di çûn ser sindoqan. Li Kurdistanê rewşa dawî ya bajarên ku qeyûm lê hatibûn tayînkirin pir dihat mereqkirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), tevî ku hezaran dengên leşker û polîsên hatibûn veguhestin, piraniya şaredariyên ku qeyûm lê hatibûn tayînkirin bi dest xist. DEM Partî, ldii 75 bajar, navçe û bajarokan de bû yekemîn. Li hinek navendan pêvajoya îtîrazê dom dike lê belê li 12 navendan ku bi vegûhestina dengên leşker û polîsan ji hêla AKP’ê ve hatine xespkirin, encam wekî ku AKP’ê bi dest xistine xuya dikin.    HILBIJARTINA 2019’AN   Di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HDP), 3 bajarên mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok, bi giştî 65 şaredarî bi dest xistibûn. Ji ber biryarên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) 6 hevşaredarên ku hatibûn hilbijartin, mazbatayên xwe negirtin. 4 hevserokên şaredariyan jî ji HDP’ê îstîfa kirin an jî hatin îxrackirin. Yek hevşaredar jî ji HDP’ê îstîfa kir û bi tifaqê re berdewam kir. Li ser 48 şaredariyan din qeyûm hatin tayînkirin. Di destê HDP’ê de şaredariyên 2 bajarok, 4 navçe, bi gîştî 6 şaredarî (Agirî/Panos, Amed/Xana Axpar, Erzirom/Qereçoban, Şirnex/Silopiya, Şirnex/Gundikê Melê ve Semsûr/Komir) man.   HILBIJARTINÊN 31’Ê ADARÊ   DEM Partiyê, piştî hilbijatinên 2019’an 7 şaredariyan ku qeyûm lê hatibûn tayînkirin (Amed, Wan, Mêrdîn, Colemêrg, Sêrt, Êlih, Îdir) careke din bi dest xistin. Qers jî, ji ber dengên leşker û polîsên hatibûn vegûhestin ji hêla AKP û MHP’ê ve hate xespkirin. Her wiha DEM Partiyê şaredariyên Mûş, Agirî û Dêrsim jî bi dest xistin.    30 NAVENDAN DÎSA HATIN STENDIN   Şaredariyên Qeyûm lê hatinbûn tayînkirin ên Giyadina Agîriyê, navçeyên /Bismil, Erxenî, Peyas, Karaz, Pasur, Licê ,Farqîn, Sûr û Bajêrê Nû yên Amedê, navçeya Qereyazî ya Erziromê, Gevera Colemêrgê, Qoser, Şemrex, Dêrik û Nisêbîna Mêrdînê, Kop û Gimgima Mûşê, Misirca Sêrtê, Cizîr û Hezexa Şirnexê, Pirsûsa Rihayê, Qelqelî, Rêya Armûşê, Elbak, Erdîş, Bêgirî, Serav û bajarokên Halfelî ve Îkîkopru yên Wanê dîsa hatin stendin.   Navçeyên mîna Stêwra Mêrdînê, Gêl û Hezroya Amedê, Hawêla Sêrtê, Hezoya Êlihê, Norşîna Bedlîsê û bajarokên Akpazar, Sarican, Erentepe û Gokçebagê jî, bi dengên leşker û polîsên hatine vegûhestin hatin xespkirin.    DEM Partî, li gel gelek şaredariyên ku qeyûm lê hatibûn tayînkirin careke din bi dest xist û gelek şaredariyên nû li şaredariyên xwe zêde kir. Hejmara şaredariyên bi dest ketine ji 65’an derket 78’an.   MA / Semra Turan