Li Bedlîsê li dijî bêusiliyên hilbiajartinê îtîraz hate kirin 2024-04-02 13:04:21 BEDLÎS - DEM Partiyiyên ji bo 2 hezar û 18 dengên hatine betalkirin ji nû ve werin jimartin îtîrazî Lijneya Hilbijartinê ya Bedlîsê kirine gotin: “Namzetê AKP’î Nasrallah Tanglay îradeya gelê Bedlîsê nîn e. Tanglay ji gelê Bedlîsê deng negirtiye.  Di hilbijaratina 31’ê adarê de sedan polîs û leşkerên hatine veguhestin deng bi kar anîn. AKP 8 hezar û 900, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî 8 hezar û 702 deng stendin. Di hilbijartinê de tevî dengên veguhestî ferq bû 188. 2 hezar û 18 dengên ku dikarin encama hilbijartinê biguherînin jî hatin betalkirin.    DEM Partî îro xwest biçe Lijneya Hilbijartinê ya Bajar û îtîrazê bike. Avahiyê lijneyê û partiyê ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Polîs bi xaza îsotê û ava şid êrişî girseya ku dixwaze têkeve avahiyê lijneyê kir.    ‘PIRANIYA DENGÊN HATINE BETALKIRIN YÊN ME NE’   Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan bertek nîşanî êrişê da û wiha got: “Me daxwaznameyên xwe yên îtîrazê amade kirin lê belê polîs bi awayeke derveyî hiqûqî nahêlin em bimeşin. Bikaranîna mafên me yên qanûnî tên astengkirin. Tu hêz nikarin pêşî li lêgerîna mefên me û stendina îradeya me bigirin. Em li Bedlîsê bi ser ketine û ev rewşa derketiye holê jî vê yekê piştrast dike. Em ê hemû rêyên demokratîk û qanûnî bi kar bînin. Piraniya dengên hatine betalkirin ên me ne. Kesekî karmend nîn e kirine serokê sindoqê û serokê şaredariyê yê AKP’î û hêzên ewlehiyê bi çekên xwe ve çûne cihê dengdayînê. Ev yek derveyî qanûna hilbijartinê ye û em vê yekê qebûl nakin.”    Gengeşiya li bajar demekê berdewam kir. Polîs xwestin Namzetê hevşaredariya Bedlîsê yê DEM Partiyê Nezîr Kabataş binçav bikin. Bi berteka gel, polîs dest ji vê hewldana xwe berdan. Di êrişa polîsan de her kêm 6 kes hatin binçavkirin. Kêliyên ku polîsekî digot “Li vî jî bidin” ji hêla kamerayan ve hate qeydkirin.    ‘NAMZETÊ AKP’Î ÎRADEYA GEL NÎN E’   Karataş piştî bûyeran li pêşiya avahiyê partiyê daxuyanî da. Karataş anî ziman ku ew ne bi AKP’ê re, lê bi dewletê re ji bo hilbijartinê ketine pêşbirkê û wiha got: “Em bi polîsan ve, bi kesên ku li vê derê êrişî me dikin re ketin pêşbirkê. Em bi waliyê van re ketin têkoşînê. Em bi kesên ku randewuya parlamenterê me qebûl nekirine re têkoşiyan. Em bi navzetê AKP’ê Nasrullah Tanglay re neketin pêşbirkê. Hûn di vê herêmê de dibînin. 600 kes di bin navê dibistana polîsan de ji Rîze, Trabzon, Yozgat û cihên cûda hatine anîn. Tanglay ne îradeya gelê Bedlîsê ye. Tanglay ji gelê Bedlîsê deng negirtiye. Di her sindoqa ku gel tê de deng daye, Tanglay têkçû. Tayglay di çavê gelê Bedlîsê de rewabûna xwe winda kiriye.”   DEM Partiyî ji bo deng ji nû ve werin jimartin, ji Lijneya Bajar a Hilbijartinê re îtîraz kir.