Ocalan bang li xelkê Rihayê kir: Werin Curnê Reş 2024-04-02 13:18:37 RIHA – DEM Partiyê piştî 45 salan Curnê Reş bi dest xist û AKP’ê ji bo 15 sindoqan îtîraz kir. Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan ev bang kir: “Banga me ji bo tevahiya xelkê Curnê Reş û navçeyên derdorê ew e ku bên Curnê Reş.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî 45 salan Şaredariya Curnê Reş a Rihayê bi dest xist. AKP’ê ji bo 15 sindoqan îtîraz kir. Ji ber îtîraza AKP’ê dê lijneya hilbijartinê ya navçeyê saet di 15.00’ê de bicive û biryarê bide. Li ser vê geşedanê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, nûnerên Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê û bi sedan kes li pêşiya avahiya partiyê ya navçeyê kom bûn. DEM Partiyê şaredarî bi ferqekî bi qasî 521 dengan şaredarî bi dest xistibû û li dijî îtîraza hatiye kirin, banga xwedîderketina li DEM Partiyê hate kirin. Serhan Paydaş ku weke hevşaredar hatiye hilbijartin wiha got: “Di hilbijartinên 31’ê Adarê de gelê me îradeya xwe li ser sindoqan nîşan da û em bi ser ketin. Di hemû sindoqan de em bi ser ketin û me bi ferqekî 521 dengan qezenc kir. Tevahiya îtîrazên ji bo lijneya hilbijartinê ya navçeyê hatine kirin derhiqûqî ne. Lijneya sindoqan dê têkildarî îtîrazan îro bicive. Em ê tevî gelê xwe xwedî li sindoqan derkevin. Banga me ji bo hemû sazî û dezgehên cemaweriyê ew e ku li gorî qanûnan tevbigerin. Îradeya gel bidin gel.”    ‘EM Ê EDALETÊ BIPARÊZIN’   Parlamenter Omer Ocalan jî hate navçeyê. Ocalan, got ku tevî sepanên derdemokratîk jî ew bi ser ketine û ev tişt anî ziman: “Em xwedî li îradeya xwe derdikevin. Banga me li tevahiya xelkê Curnê Reş û navçeyên derdorê ew e ku bên Curnê Reş. Bi sala ye em bi hesreta îradeya gel dijîn. Em tevahiya gelê xwe vedixwînin Curnê Reş. Em ê bi hev re îradeya xwe biparêzin. Em li vir in û dê edaletê biparêzin.”    Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê jî li ser hesaba xwe ya X’ê banga “xwedîderketina li îradeya xwe” kir û wiha got: “Gelê me yê hêja; dixwazin destkeftiyên xelkê Curnê Reş xesp bikin. Roj roja xwedîderketina li îradeya xwe ye. Banga me li tevahiya gelê me ew e ku bi lezgînî bên Curnê Reş.”    NOBETA GEL DEST PÊ KIR   Bi sedan kesên li ber avahiya navçeyê hatin gel hev dirûşma “Curnê Reş a me ye dê ya me be” berz kirin û dest bi girtina nobetê kirin.