Li dijî hewldanên xespkirina îradeyê li Curnê Reş meş tê lidarxistin 2024-04-02 13:37:51 RIHA - Bi hezaran welatiyên li Curnê Reş kom bûn, li dijî hewldana xespkirina îradeya xwan berîqetên polîsan hilweşandin û ber bi edliyeyê ve meşiyan.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî 45 salan, Şaredariya Curnê Reş a Rihayê bi dest xist. AKP’ê jî li dijî 15 sindoqan îtîraz kir. Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê jî biryar da ku têkildarî 15 sindoqan saet di 15.00’ê de bicive.    Xelkê navçeyê jî li dijî hewldana xespkirina îradeya xwe, ber bi avahiya edliyeyê ve dest bi meşê kir. Welatiyên ku berîqetên polîsan hilweşandin, li parka rex avahiya edliyeyê disekinbin.    Berfirehiya nûçeyê tê...