19 baroyan bertek nîşanî leşkerên ‘veguhestî’ dan 2024-04-02 13:56:24 ŞIRNEX - 19 baroyan bertek nîşanî leşkerên “veguhestî” dan û gotin: “Ev sepanên ku rewabûna hilbijartinê ji holê radikin, dê weke rûreşiyekê di dîroka demokrasiyê de cih bigirin.”  Di hilbijartinên 31’ê Adarê de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê zêdetirî 40 hezar “hilbijêr” hatin veguhestin. Ev “hilbijêre” jî gelemperî li bajarên bakurê Kurdistanê yên weke Şirnex, Qers, Bedlîs, Colemêrg û hwd. hatin veguhestin. Van kesan yekser bandor li encamên hilbijartinê kirin. Bi taybet jî dîmenên van kesan ên di roja hilbijartinê de li Şirnexê rastiya “hilbijêrên veguhestî” raxist ber çavan. Baroyan jî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşan dan.    19 baroyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî “hilbijêrên” veguhestî dan.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku mudaxileya bi destê “hilbijêrên veguhestî” nayê qebûlkirin û ev tişt hatin parvekirin: “Îtîrazên beriya hilbijartinê yên li dijî van leşker û polîsên weke hilbijêr hatin veguhestin hatine kirin ji hêla Lijneyên Hilbijartinê yên Bilind ve hatin redkirin. Lê ji ber bêdengiya YSK’ê ya li dijî vê rewşê, leşker û polîsan li gelek bajar û navçeyan bi komî deng dan û dîmenên wan hatin weşandin. Îtîraza têkildarî hilbijêrên veguhestî li Lijneyên Hilbijartinê ya Navçeyan hatiye kirin jî hate redkirin. Ev îtîraz jî bi hinceta ji bo ewlehiya hilbijartinê hatine hatin redkirin. Lê belê derket holê ku ev leşker û polîs tev li xebatên tevdîrên ewlehiya hilbijartinê nebûne û ji saetên serê sibehê ve bi komî ji bajaran derketine.  Vê jî di raya giştî de rê li ber gumanan vekir.”    Baroyan, da zanîn ku mafê bijartin û hilbijartinê mafekî herî bingehîn ê mirovan e û bi leşker û polîsên “veguhestî” re rêgezên hilbijartinên adilane hatine binpêkirin. Baroyan destnîşan kirin ku bi van “hilbijêrên veguhestî” re mudaxileyî encamên hilbijartinan hatiye kirin û rewabûna hilbijartinan daye ber nîqaşê. Baroyan wiha got: “Ev sepanên ku rewatiya hilbijartinê dikin cihê nîqaşê, weke rûreşiyekî di dîroka demokrasiyê de cih girtiye.”    BAROYÊN DAXUYANÎ ÎMZE KIRIN    Di daxuyaniyê de îmzeyên baroyên Colemêrg, Edene, Şirnex, Tekîrdag, Semsûr, Isparta, Agirî, Dêrsim, Qers, Wan, Êlih, Mêrdîn, Çewlig, Mûş, Zonguldak, Sêrt, Burdur, Riha û Amedê hebû.