DEM Partiyê daxuyaniyeke nû da: Darbeya siyasî didome 2024-04-02 14:46:06   NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê têkildarî nedayîna mazbataya namzetê hevşaredariyê Abdullah Zeydan daxuyanî da û got: “Darbeys siyasî didome. Me li dijî biryarê îtîraz kir.”    Namzetê hevşaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan di hilbijartinê de bi ser ket lê mazbata wî nedanê û dan namzetê AKP’ê Abdullah Arvas ê di hilbijartinê de têk çûyî. DEM Partiyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nû da.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê ku mazbataya Bajarê Mezin a Wanê da namzetê AKP’ê red dikin. Ev biryar, mudaxileya îktîdarê û berdewamiya pêvajoya darbeya siyasî ye. Biryar bi piraniya dengên endamên Lijneya Hilbijartinê ya Wanê ku hatine eyarkirin û biryareke derhiqûqî, nerewa û nenaskirina îradeya gel e. Parêzerên me îtîrazên xwe kirin. Em bang li Lijneya Bilind a Hilbijartinê dikin ku vê derhiqûqtiyê bi dawî bikin û îradeya gelê me nas bike. Partiya me, endamên me û gelê me li ser pêyan e. Heta ku ev derhiqûqtiye bi dawî dibe jî dê bertekên xwe yên demokratîk bidomînin. #VandaDarbeVar"