Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ev darbeyeke siyasî ye 2024-04-02 16:07:17 ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê têkildarî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan got ku divê demildest dest ji vê biryarê bê berdan. Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan jî destnîşan kir ku ya hatiye kirin "darbeyeke siyasî" ye.    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan, de barê darbeya hilbijartinê ya li Wanê hat kirin li ber Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) daxuyanî dan.   BAKIRHAN: DARBEYEKE SIYASÎ YE'   Tuncer Bakirhan nedayîna mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan wekî biryareke darbeya siyasî nirxand û got: “Em bi rêbazeke xespkirinê re rû bi rû ne. Di serî de Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û 14 navçeyên wê hemû ji aliyê DEM Partiyê ve hatin bidestxistin. Diyar e ku ji vê rewşê ne rehet in. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Ev darbeyeke siyasî ye. Divê dawî li vê pêkanînê bê. Îradeya gel e, nayê guherandin."   HATÎMOGÛLLARI: EM QEBÛL NAKIN   Hevseroka Gitşî Tulay Hatîmogullariyê jî wiha axivî: “Li Wanê 14 şaredarî hatin stendin. Li Tirkiyeyê mînaka vê tune ye. Serkeftineke nedîtî hat bidestxistin. Ev serkeftin ji aliyê DEM Partiyê ve hatiye bidestixin. Nedayîna mazbataya Abdullah Zeydan nayê qebûlkirin. Em ê li dijî vê darbeya siyasî bin. Ev darbeyeke siyasî ye. Desthiladarî bi vê hilbijartinê têk çûye. Ji ber vê dixwaze tola xwe ji DEM Partiyê bigire. Em îtîraz dikin.  Wê ew ji wijdana gel xilas nebin. Wê yek bi yek hesab bidin gel. Em bang li raya giştî dikin. Bila YSK îtîraza me di çarçoveya hiqûqê de binirxîne. Ev ne tenê daxwaza DEM Partiyê ye. Gelên Tirkiyeyê îtîraz dikin. Em banga hestyariyê li raya giştî dikin.”