Ozgur Ozel: Li dijî îradeya gel kemîn hat danîn 2024-04-02 16:08:46   ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel daxuyanî da û got: “Mazbatayê didin endamê duyemîn ev şermzarî tunehesibandina îradeya gelê Wanê, danîna kemînê ye.     Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi dest xist lê belê mazbata nedan namzetê DEM Partiyê Abdullah Zeydan. Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel rewşê ji ANKA’yê re nirxand.     Ozel daxuyaniyên Serokkomarê AKP’î yên Erdogan ku gotibû ew ê rêz ji encamên hilbijartinê bigirim bi bîr xist û wiha axivî: “Min girîngî da axaftna wî. Şûna hevrikê xwe yê 3 qet zêde deng stendiye mazbatayê didin yê duyemîn. Nedayîna mazbatayê gotinên Erdogan li erdê dihêle. Ji ber namzet di dema xwe de serlêdan kiriye, kaxiza temyizê girtiye, mafên wî yên qedexekirî hatine dayîn, herwiha kampanya kiriye. Ji Amedê roja înê saet 16.55’an ji çûn û bi serlêdanekê, vê yekê betalkirin îradeya gelê Wanê tunehesibandin û danîna kemînê ye.”    ‘DIVÊ EM HEMÛ RÊZ BIGIRIN’   Ozel diyar kir ku divê her kes li hember îradeya Waniyan rêzdar be û wih got: “Heke gelê Wanê zêdetirî 3 qet dengan kesekê ji bo şaredariya bajarê mezin hilbijartibe, divê em hemû rêzdar bin. Nedayîna mazbatayê hemû gotinên Erdogan ên piştî hilbijartinê kirine vala derdixe. Vê yekê dema derbasbûyî de li Stenbolê jî kirin. Dê berdêla wê giran bidin. Ez bawer nakim ku tiştekî wiha bikin. Ez wî şiyar dikim. Tenezila tiştekî wiha hemû gotinên wî vala derdixe.”