Xelkê Şirnexê mudaxileya bi leşkerên ‘veguhestî’ protesto dike 2024-04-02 16:34:40 ŞIRNEX - Welatiyên li navenda Şirnexê mudaxilekirina hilbijartinan a bi rêya leşkerên “veguhestî” protesto dikin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz û Zekî îrmez, Hevserokên DEM Partiyê yên Bajar û bi sedan welatî ji bo li navenda Şirnexê û navçeya Qilebanê l li dijî encamên hilbjartinê îtîraz bikin, çûn ber deriyên edliyeyê û rastî êrişa polîsan hatin.    Dema şande ber bi Edliyeya Şirnexê ve dimeşiya, pêşiya wan li Qada Omer Kabakê ji hêla polîsan ve hate girtin. Şande û welatiyan israr kirin ku bi meşin û li ser vê yekê rastî êrişa polîsan hatin. Polîsan bi gazên îsotê û fîşekên plastîk êrişî girseyê kirin. Di êrişê de bi dehan kes hatin binçavkirin.    Di êrişê de şêwirmendê Uçar, Erkan Tepelî birîndar bû. Namzetê DEM Partiyê yê Şirnexê Turan Saltan jî rastî êrişê hat û xwin ji pozê wî hat.    Di heman demê de polîsan xebatkarên çapemeniyê jî asteng kirin û gelek kes bi lêdanê binçav kirin.    QILEBAN    Yek ji navendên din ên ku îradeya gel lê hatiye xespkirin jî navçeya Qileban a Şirnexê ye. Bi sedan kesan meş li dar xistin. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî di nav de bi sedan kesan ji pêşiya avahiya partiyê ber bi edliyeyê ve meş li dar xistin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Xelê Qilebanê xwedî li îradeya xwe derkeve” û “Em şaredarê diz naxwazin” berz kirin.    Girseyê li pêşiya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê dest bi çalakiya nobetê kir. DEM Partî dixwaze ku hilbijartin careke din were lidarxistin û daxwaznameya îtîrazê da lijneya hilbijartinê. Welatiyan gotin ku heta encamekî bi dest dixin dê çalakiya xwe bidomînin. Girseyê gelek caran dirûşma “Em şaredarê diz naxwazin” berz kir û çalakiya xwe didomîne.