Li Amedê li ber YSK'ê daxuyanî: Li hemberî darbeyê bêdeng nemînin 2024-04-02 16:51:46   AMED - DEM Partiyê li Amedê li dijî dijhiqûqiyên li Wanê daxuyaniyek da û got: “Darbe li îradeya gelê Wanê kirin. Em li cem gelê Wanê ne. Em ê şaredariyan teslîmê wan nekin.”   Partiya Wekhevî û Azadiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê der barê rewşa Hevşaredarê Şaredariya Bajarê mezin a Wanê Abdullah Zeydan û mijara mazbatayê de li ber Lijneya Hilbijartinê ya Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de girseyê bênavber dirûşmeya "Abdullah Zeydan rûmeta me ye" berz kirin.   Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn axivî û da zanîn ku wê şandina qeyûman nîşanê her kesî bidin û got tişta li dijî faşîzmê bê kirin wê bikin. Abbas got îradeya gelê Wanê di sindoqan de bi awayekî herî xurt xwe daye der û got: “Abdullah Zeyran hevşaredarê Wanê ye. Bila her kes li dijî vê rêzdar be. Demildest ji vê biryara şaş vegerin.”   Parlamenterê Amedê Serhat Eren jî axivî û daxuyakirin ku divê li dijî vê her kes berteka xwe nîşan bide, tu kes bê deng nemîne û got wê destur nedin vê xespkirina mafan.   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî axivî û û da xuyakirin ku gelê Kurdistanê li gel Wanê ye û wê şaredariyên xwe teslîmê wan nekin.   Piştî axaftinan dirûşmeyên "Amed bi we serbilind e" hat berzkirin.   Polîsan mudaxaleyê girseyê kir û di encama mudaxaleya polîsan de milê welatiyekî hat şikestin û 4 welatî hatin binçavkirin.