Di Nobeta Edaletê de bertek hat nîşandan: Tu hêz nikarin îradeya gel xesp bikin 2024-04-02 17:35:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên Nobeta Edaletê bertek nîşanî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan da û wiha gotin: “Tu hêz nikarin îradeya gel xesp bike.”    Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. Di rojeva çalakvanan de encamên hilbijartinê hebûn. Her wiha çalakvanan bertek nîşanî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan dan.    STENBOL   Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya MATUHAY-DER’ê li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Sûltangazî ya Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 114’an de didome. Li eywana çalakiyê pankarta “Em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê zindanan” hatibû vekirin û çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin.    Nobet bi stranên berxwedanê yên kurdî dom kir û rêveberên DEM Partiyê yên Gazîosmanpaşayê, rêveberên DBP’ê û YAKAYDER’ê hatin serdanê.    'TU HÊZ NIKARIN ÎRADEYA GEL XESP BIKIN’   Zubeyde Înce ya DEM Partiyî bertek nîşanî hewldana îktîdarê ya ji bo xespkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da û wiha got: “Heta pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re neyê muzakerekirin, tu pirsgirêk çareser nabin. Li vî welatî siyaset û polîtîkayeke qirêjî heye. Mînaka wê ya herî dawî jî li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate jiyîn. Ne di ferqê de ne ku bi van hîle û polîtîkayên xwe yên qirêjî dikevin rewşke rezîlane. Şaredariyên li bajarên Kurdistanê ku nekarîn bi hîle û veguhestina hilbijêran bi dest bixin, îcar jî dixwazin vîna gel xesp bikin. Tu hêz nikare îradeya gel xesp bike.”    AMED   Nobeta Edaletê ya li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rezan a Amedê hatiye destpêkirin jî di roja 120’an de dom kir. Xizmên girtiyan pêşmalkên “tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Dayikên di çalakiyê de ji bo 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dirûşm berz kirin û stran gotin.    Xizmên girtiyan di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Rojbûna te pîroz be ey Serokê me” berz kirin.    Di heman demê de dayikan ji bo Mûstafa Dag û Mahsum Karaoglan ên di meşa 4’ê Nîsana 2009’an a ber bi Amarayê ve de hatin qetilkirin jî stran gotin.   ÊLIH   Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 61’an de li avahiya DBP’a Bajar dom kir. TUAY-DER pêşengtiya çalakiyê dike û îro aktîvîstên TJA’yê, endam û rêveberên DBP, DEM Partî, Platforma Ked û Demokrasiyê hatin serdanê.    Çalakvanan bertek nîşanî hewldana xespkirina vîna gel dan. Çalakvanan gotin ku AKP’ê tehemûla serkeftina gelê kurd a li Wanê nekir û hewl dide xesp bike. Çalakvanan destnîşan kirin ku dê vê xespê qebûl nekin û serî netewînin.    Çalakî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû.    MÊRDÎN    Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê li avahiya DBP’ê hatiye destpêkirin di roja 86’an de berdewam kir. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan nobet domandin û gelek kes hatin serdanê. Ji ziyaretvanan Mele Ahmet Akyol got ku gelê kurd têkoşîneke rewa dimeşîne û dê ev têkoşîn vala neçe.    Çalakî bi serdanan dom kir.