Parêzera penaberê îşkence lê hat kirin: Li girtîgehê gef lê hatin xwarin 2024-04-02 17:41:16   MÊRDÎN - Parêzera Alî Velî yê ji Qamişloyê ku piştî hat berdan hat windakirin û dîmenên dema îşkencekirina wî ji malbata wî re hatin şandin, diyar kir ku  hin kesên nasnameya wan nediyar li girtîgehê serdana Velî kirine û ji bo cihê malbata xwe diyar bike gef lê hatine xwarin.    Penaber Alî Velî (19) ku di 13'ê Adarê de ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Erzînganê hat berdan, bin hinceta wê wî bişînin Navenda Paşveşandinê ew radestî cendirmeyan kirin. Lê nehat hînkirin ku wî şandine Navenda Paşveşandinê ya na. Li gel vê, dîmenên dema îşkencekirina wî ji malbata wî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hatin şandin. Hin kesên nasnameya wan nediyar li cihekî wekî nezaretxaneyê îşkenceyê li Velî kirine û gef lê xwarine ku bavê wî xwe teslîmî wan bike.    Piştî dîmen ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ve hatin weşandin, parêzera malbata Velî û rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê Parêzer Gulîstan Dûran Altûntaş der barê bûyerê de axivî.   Dûranê diyar kir ku piştî binçavkirina Alî Velî malbatê bi wê re têkilî daniye û wê jî dest bi şopandina dosyeyê kiriye û wiha got: “Di 6’ê Hezîrana 2023’yan de dema ji Mêrdînê bi otobusê diçe Stenbolê tê binçavkirin. Piştî ku tê binçavkirin, li ser îfadeya wî biryara girtinê tê dayîn. Îfadeya wî jî wiha ye: Gava 14-15 salî bûye 15 rojan di nav rêxistina YPG'ê de cih girtiye û paşê ji wir reviyaye û ji bo tedawiya birayê xwe yê nexweş ji Sûriyeyê derketiye da biçe Ewropayê. Piştî ji Sûriyeyê derketiye hatiye Tirkiyeyê. Bi rastî jîe w di biniya 18 salan re ye. Lê dema tê binçavkirin nasnameyeke din pê re hebûye. Di 6’ê Hezîrana 2023’yan de jî tê girtin.   AGAHÎ JI NAVENDA PAŞVEŞANDINÊ NEGIRTINE   Dûranê diyar kir ku dema doza Alî Velî dewam dikir hatiye berdan û wiha got: “Dema ku hat berdan û radestî cendirmeyan hat kirin, telefonî dayika xwe kir û da zanîn ku dê wî bibin kampê. Piştî wê telefonê me qet xeber jê negirt. Me telefonî hemû navendên Paşveşandinê yên li bajarênd erdorê kir. Mixabin, me tu agahiyên zelal negirtin."   DIXWAZIN WÎ Û BAVÊ WÎ BI HEV VE BIGUHERÎNIN   Dûranê bal kişand ser axaftina Velî ya bi dayika xwe re û wiha got: “Hefteya borî ji hejmareke Tirkiyeyê telefonî wan dikin û ji wan re dibêjin wê kurê wan bikujin. Dibêjin ger Velî û bavê wî bi hev re bên guherandin dê serbest bê berdan. Piştî hefteyekê bi heman hejmara telefonê dîmenên dema îşkencekirina wî ji malbata wî re dişînin."    Dûranê bal kişand ser hevdîtina xwe ya bi Alî Velî re ya li Girtîgeha Mêrdînê û wiha got: “Dema ku ew di girtîgehê de bû hin hevdîtin hatine kirin. Jêr e dibêjin ger cihê malbata xwe bêje dê wî berdin yan na wê tu carî neyê berdan. Nediyar e ku ev ji aliyê kê ve hatiye kirin. Em behsa kesên hatine girtîgehê û hevdîtin pê re kirine, dikin. Em wiha difikirin ku ev ne li derî dewletê ne. Ji lew re her kes nikare biçe girtîgehê. Tew wêneyên birayên wî û malbata wî jî bi xwe re birine. Li girtîgehê telefonî malbata wî kirine. Tiştên ji min re gotin ev bûn. Paşê wî birin Erzînganê û piştî vê me hew hev dît."    Dûranê da zanîn ku piştî dîmenên îşkenceyê serî li Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê dane û got ku di serlêdana gilyiê de xwestine kesên îşkence li Velî kirine bên etspîtkirin û Velî radestî malbataê bê kirin.