Li Curnê Reş berteka ji bo nûkirina hilbijartinê: Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin 2024-04-02 18:02:14   RIHA - Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bertek nîşanî betalkirina hilbijartina Curnê Reş da û got: “Ev gel ne xulamê tu kesî ye û tu kes jî ne axayê vî gelî ye. Eger demokrasî hebe, divê namzetê AKP'ê rêzê lê bigire."   Li bajarên Kurdistanê destwerdana li vîna hilbijêran didome. Li navçeya Curnê Reş a Rihayê, di hilbijartina şaredariyan de ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi ser ketibû, biryara ji nû ve lidarxistina hilbijartinê hat dayîn. Di hilbijartinê de DEM Partî 521 ray ji AKP'ê zêdetir wergirtin û bi ser ket. AKP jî ji bo encamên 15 sindoqan îtiraz kir. Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê jî piştî îtiraz aAKP'ê biryara jinûvelidarxistina hilbijartinê da. Wekî hincet jî hat nîşandan ku nebûna pusûleyên sindoqa bi hejmara 1120'an bû ku Meclisa Ciwanan a AKP'ê şeva hilbijartinê ew şewitandibûn.    Dîmenên ku dema endamên AKP'ê pûsleya dişewitînin û êrişî peywirdarên DEM Partiyê dikin ji aliyê ajansa me ve hatibûn serwiskırın. Ev bıryar ji aliyê parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan û Alî Bozan, Hevşaredarên Curnê Reş Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş û bi hezaran kesî ve hat protestokirin. Bi hezaran kesên li ber edliyeyê kom bûn dirûşmeyên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Hîlvan a me ye û wê ya me be" berz kirin.   Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan li vir axivî û got: “Di 31’ê Adarê de gelê Curnê Reş biryara xwe da û bi dehan xebatkarên me beşdarî vê pêvajoyê bûn. Di dawiyê de encamên hilbijartina Curnê Reş derket holê û partiya me bi ferqeke mezin bi ser ket. Lê niha Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Curnê Reş îtîraza AKP'ê nirxand û hilbijartinê betal kir. Em ê îtirazî vê biryara lijneyê jî bikin. Gelê Curnê Reş tercîha xwe kir û divê em xwedî li vê biryarê derkevin. Em vê biryara neqanûnî nas nakin."   Girse piştre bi dirûşmeyên berxwedanê heta ber avahiya Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê meşiya. Bi hezaran kesên li ber avahiya navçeyê kom bûn  bênavber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Hîlvanê" berz kirin. Ocalan piştî şêwra li vir careke din xîtabî gel kir û got: “Em ê sibê saet di 10:00'an de li ber Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr bên cem hev. Em li benda hemû gelê xwe ne. Em ê bi hev re pergala antîdemokratîk ji holê rakin. Gelê Curnê Reş di 31’ê Adarê de hevserokatiya xwe ya şaredariyê îlan kir, lê li dijî vê binpêkrina îradeyê li ber xwe didin. Gelê me vê yekê qebûl nake. Em ê bi hev re vîna gelê xwe yê Curnê Reş biparêzin. Li vî bajarî lîstikên mezin tên lîstin. Em bi feraseteke ku encamên hilbijartinê nas nake re rû bi rû ne. Encam çi dibe bila bibe, em ê li vir vîna xwe xurt bikin û hilbijartinan bi encam bikin. Gelê me biryara xwe daye, lê li gel vê li ser maseyê bi polîs û leşkeran re hewl didin vê yekê serobino bikin."   ‘GELÊ CURNÊ REŞ ŞAHIDÊ TÊKOŞÎNÊ YE'   Ocalan ku got "Encam çi dibe bila bibe, em ê li ber xwe bidin" wiha dewam kir: "Çawa ku me li vir têkoşîna xwe ya yekem da meşandin, em ê sibê jî li ber Lijneya Hilbijartinê ya navçeyê vê têkoşînê bidomînin. Ji niha û pê de 50 hilbijartin jî çêbibin, dê gelê Curnê Reş ji bo partiya xwe biryarê bide. Ev gel ne xulamê tu kesî ye û tu kes jî ne axayê vî gelî ye. Ger demokrasî hebe namzetê AKP’ê divê rêzê li vê bigire. Gelê Curnê Reş dê vîna xwe biparêze. Em ê li ber xwe bidin, em ê îstîşare bikin û em ê tu carî moralê xwe xera nekin. Gelê Curnê Reş dizane ku ev têkoşîn bi çend kesan dest pê kir. Gelê Curnê Reş şahidê vê yekê ye. Em ê bi tax bi tax bigerin û xwedî li vîna gelê xwe derkevin. Em ê bi hevgirtinê destkeftiyên xwe zêde bikin. Yên dengê xwe dane AKP'ê bila vê bêwijdaniyê qebûl nekin."   Daxuyanî bi dirûşmeya "Diz wê hesab bidin gel" bi dawî bû.    Bi sedan welatî li ber avahiya DEM Partiyê ne.