DEM Partiyê ji bo Şirnexê serî li Lijneya Hilbijartinê da 2024-04-02 18:23:20 ŞIRNEX - Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê, têkildarî nelirêtiyên di roja hilbijartinê de hatin kirin, serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Navendî ya Şirnexê da û îtiraz kir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî hilbijartinan serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Navendî ya Şirnexê da û îtiraz kir. Li ser navê partiyê parêzeran serlêdan kir û ji bo rayên ji aliyê bi hezaran kesên ji derveyî bajêr hatine veguhastin hatin bikaranîn îtiraz kir.