Li Pirxusê ray ji nû ve tên hejmartin 2024-04-02 19:43:13   BEDLÎS - Li Pirxusê piştî îtiraza YRP'ê, deng ji nû ve tên hejmartin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li bajaroka Pirxus a navçeya Xelat a Bedlîsê bi 9 dengan şaredariyê bi dest xist. Lê Partiya Yenîden Refahê (YRP) îtiraz kir û îtiraza wê ji alijiyê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ve hat qebûlkirin. Lijneyê xwest hemû deng ji nû ve bên hejmartin.   Hejmartina dengan li Edliyeya Xelatê ji nû ve tên hejmartin.