AKP û MHP'ê li Giyadînê ji bo encamên hilbijartinê îtiraz kirin 2024-04-02 20:10:10   AGIRÎ – AKP û MHP'ê ji bp Şaredariya Giyadînê îtiraz kirin ku DEM Partiyê ew bi rêjeyeke zêde bi dest xistibû.    DEM Partiyê di 31'ê Adarê de bi rêjeya 57,43 Şaredariya Giyadîn a Wanê bi dest xistibû, lê MHP'yan ku tenê 69 ray wergirtin îtiraz kir. AKP'ê jî ji bo endamtiya meclisa giştî ya bajêr îtiraz kir. DEM Partiyê sedema biryarê xwest, lê biryar nehat ragihandin. Hat diyarkirin ku lijne wê sibê li hev kom bibe û biryarê bide.