Gel li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP'ê li ser pêyan e 2024-04-02 22:33:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Kurdistanê gel li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP'ê ya li Wanê daket kolanan.    Nedayîna mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan, li gelek bajaran tê prostetoskirin. Portestoyên ku li Wanê destpêkirin li gelek bajarên Kurdistanê belav bûn.    COLEMÊRG   Danê êvarê li navenda Colemêrgê û navçeya wê Geverê bi hezaran kes dest bi çalakiyên protestoyê kirin.    Li navenda Colemêrgê girseya ku piranî ji ciwanan pêkhatî, bi dirûşmeya "Abdûllah Zeydan rûmeta me ye" meşek li dar xist. Piştî demekê çalakiya protestoyê mezin bû û li nêzî ofîsa Serokê AKP'ê yê Colemêrgê Zeydan Kaya, AKP'iyan çek ber bi hewayê ve teqandin. Ciwan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan. Polîsên taybet daketin navenda bajêr. Polîs bi ava şid û bombeyên gazê êrişî girseyê kirin. Protestoyên li bajêr her diçe berbelav dibin.    Li Geverê jî li taxên Yeşildere, Dizê, Orman û Cumhuriyetê ciwan çalakiya protestoyê li dar xistin. Ciwanên ku tim dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin, agir vêxistin û rê li ber çûnhatinê girtin. Polîsan li vir bi bombeyên gazê, ava şid û fîşekên plastîk êrişî ciwanan kirin. Protestoyên li navçeyê didomin.   SÊRT    Rêxistina DEM Partiya ya Sêrtê, darbeya hilbijartinê ya AKP'ê ya li Wanê protesto kir. Hevşaredarên Sêrtê Safiye Alagaş û Mehmet Kaysî, Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Saritaş Erdogan, Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên bajêr û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de gelek kes li ber avahiya bajêr kom bûn. Girse ber bi Qada Demokrasiyê ve meşiya, lê polîsan nehişt. Ji ber vê Parlementer Sebahat Saritaş Erdogan bi tena serê xwe meşiya. Girseya ku guh neda êrişên polîsan da dû Erdoganê. Li seranserê Kolana Guresê dirûşmeyên "Abdûllah Zeydan ne bi tenê ye", "Bijî berxwedana Wanê" û "Abdûllah Başqan rûmeta me ye" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.    Piştî ku her çû girse qelebalix bû polîsan êrişî girseyê kir û gaza îstoan reşanin. Girse tevî hemû êrişên polîsan jî dirûşme berz kirin û lîrand. Girse heya Qada Demokrasiyê meşiya.    Hat hînkirin ku piştî meşê gelek kes hatin binçavkirin.     EDENE   Gel li navçeyên Seyhan û Ceyhan ên Edeneyê, daket kuçeyan. Gel li taxên Barbaros, Hurriyet, Gulbahçe, Daglioglû, Şakîrpaşa û Beledieyevelerî û Kuçukdîkîlliyê yên navçeyên Seyhan û Ceyhanê li hev kom bû dirûşmeyên "Em ê bi berxwednaê bi ser bikevin" û "Li Wanê diz hene" berz kirin. Her wiha gel bi têfik, quşxane û miqilkan deng derxist. Gel, bang li hemû derdoran kir ku li dijî xespkirina vînê raber ser pêyan.    Her wiha li Taxa Gulbahçeyê ciwan li nava rê lastîk vêxistin.    AMED   Li navçeya Bismilê ya Amedê jî gel li dijî hewldana darbeyê ya li Wanê meşiya. Girse ji avahiya partiyê heya avahiya şaredariya kevn meşiya û dîsa vegeriya avahiya partiyê. Di dema meşê de tim dirûşmeya "Bijî berxwedana Wanê" û "Bismil ranezê dê dor were te jî" û "Abdullah Zeydan rûmeta me ye" berz kir. Li vir daxuyanî hat dayîn.   Hevserokê DEM Partî ya Bismilê Msûtafa Kûrt, tiştên li Wanê qewimîne wekî xepkirina vînê pênase kir û got ku ew ê li dijî vê tim li ber xwe bidin û xwedî li vîna xwe derkevin.    Piştî axaftinan gel dirûşme berz kirin û ber bi avahiya partiyê ve meşiya.   FARQÎN   Li Farqînê jî gel li dijî xespkirina vînê ronahiyên xwe vêxistin û tefandin û çalakiya dengderxistinê li dar xist. Li gelek taxên navçeyê çalakî hatin lidarxistin û gel bertek nîşanî xespkirina vînê da.    STENBOL   Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), li gelek taxên Stenbolê meşên bi meşale li dar xistin û dirûşmeyên "Ji bo Wanê rabe" berz kirin.    ÊLIH    Li Êlihê jî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat şermezarkirin. Girseya ku li Kolana Diyarbekirê kom bû bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Wanê" meşiya. Polîsan bi gaza îsto, ava şid û fîşekên plastîk êrişî girseyê kir. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî û keviran bersiv dan polîsan.