Baroya Rihayê û OHD: Em ê rê nedin feraseta qeyûm 2024-04-02 23:25:04   RIHA - Li Curnê Reş DEM Partî di hilbijartinan de bi ser ket, lê biryara nûkirina hilbijartinê hat dayîn. Baroya Rihayê û Şaxa OHD a Rihayê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku biryar berhema feraseta qeyûm e û got: “Em ê rê nedin feraseta qeyûm.”   Baroya Rihayê û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, der barê biryara nûkirina hilbijratina Curnê Reş de daxuyaniyek nivîskî belav kirin.    Navenda Mafê Mirovan a Parêzer Kazim Ekîncî ya Baroya Rihayê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryara lijneyê ne derbasdar e û dijqanûnî ye. Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku divê demildest dawî li vê dijhiqûqiyê bê anîn û mazbatayên hevşaredaran bên dayîn. Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew li cem gelê Curnê Reş in.   Şaxa OHD a Rihayê jî daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku ew biryara qeyûm qebûl nakin û ji bo îradeya gelê Curnê Reş wê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin.