Li Berwariyê di navbera DEVA û AKP’ê de şer derket: Kesek mir, du jî birîndar bûn 2024-04-03 08:23:00   SÊRT - Li navçeya Berwariyê ji ber “hilbijêrên veguhestî” di navbera Partiya DEVA’yê û AKP’ê de rageşî derket. Di rageşiyê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.    Li navçeya Berwarî ya Sêrtê di navbera Partiya DEVA û AKP’ê de ji ber “hilbijêrên veguhestî” rageşî derket. Hat zanîn ku di nîqaşê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku her du alî jî xizmên hev in û kesê jiyana xwe ji dest dayî Dundar Bîlen ê DEVA Partiyî û yên birîndar bûyîn jî Lokman Ozcan û Ridvan Narîç ên AKP’î ne.    Hat zanîn ku Ozcan û Narîç ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.