Ji malbata Arvas ê AKP’î bertek: Di te de rûmet nîne! 2024-04-03 08:39:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî Abdulahat Arvas ê AKP’î ku biryar hate dayîn şûna Abdullah Zeydan ê DEM Partiyî li Wanê mazbatayê bidin wî, bertekek jî ji malbatê hat. Mehmet Sacît Arvasî wiha got: “Tu dê çawa di nava kurdan de bigerî? Di te de rûmet nîne. Hebe nebe pere ye.”   Mazbataya Abdullah Zeydan ê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê qezenc kir nehate dayîn. Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr, biryar da ku mazbatayê bide namzetê AKP’ê Abulahat Arvas ê hilbijartin winda kir. Bertekên li dijî vê ji duh were berdewam dikin.    Li dijî Arvas ê AKP’î bertekek jî ji malbata wî hat. Mehmet Sacît Arvasî li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal dîmenek parve kir û bertek nîşanî Arvas da. Arvasî yê ji bo Arvas ê AKP’î got “rûreşê Arvasiyan” ev tişt gotin: “Em ji 700 salan zêdetir e bi kurdan re dijîn. Qasî ku kurdan ji me re rêzgirt kesê negirt. Kesê evqas fedakarî nekir.”   ‘EZ JI TE ŞERM DIKIM’     Arvasî, yê gotinên Arvas ê AKP’î yê “ez naxwazim weke qeyûm werim tayînkirin” bi bîr xist wiha berdeawm kir: “Parêzerê te bi xwe serî lê dide. Tu şerim nakî? Tu dê çawa li rûyê kurdan binêrî? Ya rastî kesê birûmet biar be dema tiştekî ku jê şerm bike, bike nikare li rûyê mirovan binêre. Lê vê munafiqiya AKP’ê di te de ev hemû rakirin. Li cihekî ku kurd mûameleya kêzikan dibînin tu ji van re dibî amûr. Dilekî ku tu van gotinan bibêjî di te de nebû; ‘Ez nabim qeyûm. Ez tiştê ku danîne ber min na alêsim.’ Hûn evqas birçî ne? Te dizanî ku kurd dê îtîrazî vê yekê bikin. Dema îtîraz kirin jî ev mirov dê tejî leşkeran li wir bide komkirin. Tu dê çawa li ser rijandina xwîna kurdan bêdeng bimînî. Gelê kurd li dijî vê bêdeng bimînin, dê qeyûma tayînî her bajarê kurdan bikin. Te çawa di nava komployeke evqas rezil de cih girt. Ez ji te şerm dikim. Milet neçare ku xwedî li vîna xwe derkeve. Her dilopa vê xwînê bi destê te ve ye.”   Arvasî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hûn nedibûn amûrê vê nemerdiyê. Tu dê çawa di nava kurdan de bigerî? Lê tu dê bigerî. Ji ber ku ew rûmet di te de nîne. Wijdan jî bi te re nîne. Hebe nebe pere û meqam. Xwelî li serê te be.”