Qileban li dijî xespkirina şaredariyê li ser pêya ye: Li wan ziqim be 2024-04-03 09:28:14   ŞIRNEX - Xelkê Qilebanê li dijî desteserkirina îradeya xwe ev sê roj in li ser pêya ye. Welatiyên di çalakiyê de bertek nîşanî AKP’ê dan û wiha gotin: “Mafê kesekê ji Yozgatê nîne ku qedera ma diyar bike. Em vê qebûl nakin û li wan ziqim be.”    Di hilbijartinên 31’ê Adarê de AKP’ê di serî de Şirnex, zêdetirî 40 hezar leşker û polîs weke “hilbijêr” li bajarên bakurê Kurdistanê veguhest û bandor li ser encamên hilbijartinê kir. Yek ji wan navendan jî navçeya Qileban a Şirnexê bû. Bi qasî ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tespît kiriye, 2 hezar û 500 leşker û polîs ji bo dengdayînê li Qilebanê hatin veguhestin û AKP’ê şaredarî xesp kir. DEM Partiyê li dijî encaman îtîraz kir. Lêbelê îtîraz ji hêla Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ve hate redkirin. Xelkê navçeyê jî li dijî xespkirina îradeya xwe, ev sê roj in li ber avahiya Lijneya Hilbijartinê ya Qilebanê di çalakiyê de ne.    Xelkê navçeyê yê di çalakiyê de têkildarî xespkirina îradeya xwe ji ajansa me re axivî û banga xwedîderketina li îradeya xwe li her kesî kirin.    'LI WAN ZIQIM BE’   Ji welatiyan Cevher Alturk diyar kir ku AKP dê bi hîleyan nekare îradeya gel xesp bike û wiha got: “AKP'ê îradeya me xesp kir û em vê qebûl nakin. Xwedê jî vê neheqiyê qebûl nake. Em heqê xwe li wan helal nakin. Ji Edîrne, Stenbolê leşker anîne vê derê, dengê xwe didin û îradeya me xesp dikin. Em van kesan şermezar dikin. Em ê heta dawiyê jî pey doza xwe bin. Heta ku çareser nekin em ê nesekinin. Xwedê vê neheqiyê û zilmê xelas bike. Heqê me li wan ziqim be. Heke rayên me tune bên hesibandin wê demê tu wateya hebûna me namîne. Em biratiya rast dixwazin, ne biratiya derewîn û sextekar.”   'BILA HER KES BIZANIBE LI VIR DEM PARTÎ BI SER KETIYE’   Ji welatiyan Evîn Yamanê jî bel kişand li ser “hilbijêrên” veguhestî û got ku AKP’ê bi eşkereyî vîna gel xesp kiriye. Yaman, wiha domand: “Ev 2 roj in em li ser pêyan e. Em qebûl nakin ku îradeya me bê desteserkirin. DEM Partiyê şaredarî qezenc kiriye. AKP'ê hîle li gelê me kir. Bi veguhestina bi hezaran leşkeran îradeya me xesp kirin. Sindoqên me û rayên me dizîn. Wan dizanî ku ev gel dê wan ne hilbijêre lewma xwestin bi leşker û cerdevanan şaredariya me xesp bikin. Bi otobûsan, balafiran leşker veguhestin û îradeya me xesp kirin. Ev kes ji Yozgatê, ji Sêwasê û hwd. anîne. Mafê wan nîne ku bên vê derê, deng bidin û îradeya me diyar bikin. Ev kes di jiyana xwe de cara ewil e tên vê derê, raya xwe didin û diçin. Ev 2-3 roj in em li ser pêya ne û xwedî li vîna xwe derdikevin. Bila dinya hemû bizane ku DEM Partî li vir bi ser ketiye.”    'BI ÎRADEYA VÎ GELÎ DILÎZIN'   Ji çalakvanan Tahir Urun jî bertek nîşanî xespkirina şaredariyê da û ev tişt anî ziman: “Bila rastiyê derbixînin holê. Ew kesê ku bi îradeya vî gelî hatiye hilbijartin rêz û hûrmeta me jê re heye. Lê yê ku bi îradeya vî gelî nehatiye hilbijartin em qebûl nakin. Ev cerdevanên Trakya, ber deriyê sînor anîne vî welatî û van kesan raya xwe bikar aniye. Bi îradeya vî gelî dilizîn. Em vê qebûl nakin."   'HETA KU EM ENCAMEKÎ NEGIRIN EM NASEKININ'   Hasan Tîmurçîn jî diyar kir ku ew ê îradeya xwe radestî AKP'ê nekin û çi pêwîst be ew ê bikin. Tîmurçîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bi xwe eslê xwe tirk im. Lê ez ji bo gelê kurd têdikoşim û bi qasî ku ez sax jî bim ez ê ji bo wan têbikoşim. Bila kes namûsa xwe nefiroşe, bila bes xiyanetê li me bikin. Em ê li ber xwe bidin û heta dawiyê jî li ber xwe bidin. Ji Trabzonê, Trakyayê bi hezaran leşker anîn û raya xwe li vir avêtin. Her deverekê Tirkiyeyê leşker anîn vê derê. Heta ku em encameke erênî negirin em nasekinin."    'ÇI KARÊ LEŞKERÊN DERVE LI VIRE?'   Ji jinan Nahîde Şengil jî berteka xwe wiha nîşan da: “Xespkirina şaredariya me em êşandin. Em ev sê roj in li vir in. Bila vîna me xesp nekin, bila diziyan nekin. Em her hilbijartinê de bi şev û roj dixebitin û piştre bi leşkerên xwe yên ku ji derve anîne bi vîna me dilîzin. Em vê qebûl nakin. Em ne xulamên wan in û em ê li berxwe bidin. Çi karê leşkerên ji derve li vir heye?"   'EM QEBÛL NAKIN KESÊN DERVE ÇARENÛSA ME DIYAR BIKIN’   Mercan Alturk jî bi lêv kir ku AKP’ê ev 5 sal in ji bo wan yek xebat nekiriye û ew êdî dixwazin ku guhertinek di navçeya wan de çêbibe. Alturk, wiha pê de çû: “Îradeya me xesp kirine û em vê zilmê qebûl nakin. Em jî weke her gelekî dixwazin vîna me, me birêve bibe. Di van 5 salan de AKP'ê ji me re çi kir ku 5 salên din jî em nêçarî wê bimînin. Em qebûl nakin ku kesên derve bên li ser îradeya me bibin xwedî gotin û çarenûsa me diyar bikin."    'EM DIXWAZIN ÎRADEYA ME, ME BIRÊVE BIBE'   Fîkret Alturk xwest ku her kes xwedî li vîna xwe derbikeve û wiha derbirî: “Ev desthilatdariye ne bi vîna gel bi hîleyan qezenc kir. Em dixwazin ku vîna me, me birêve bibe. AKP'ê heta niha gelek zilm li ser serê me kiriye û ji ber wê em naxwazin ku 5 salên din jî ew me birêve bibe. Me heta niha gelek ji AKP'ê kişand. Ji ber wê bila her kes îro xwedî li vîna xwe derbikeve."   Ferhat Yaman jî wiha bertek nîşan da: “Me bi hezaran bêtir deng stand lê bi hîleyan AKP'ê ji me stand. Ji derve leşker anîne vê derê bi îradeya me lîstin. Em vê qebûl nakin. Heta kengî em ê bindest bin? Em naxwazin ku pereyê vî gelî bibe bide kaneyên komiran, ji xwe re petrolê veke. Ev kes dê careke din dê pereyê gel bixwin. Em vê qebûl nakin û em dibêjin îradeya gel kîjan hilbijartibin bidin wê."     'EM Ê DEST GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN'   Ji welatiyan Kasim Urek jî da zanîn ku têkoşina wan encam negire ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin û wiha bi dawî kir: “Heta ku îradeya me nedin me em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Pêwîst bike em ê bikevin greva birçîbûnê jî lê em ê dev ji îradeya xwe bernedin."    MA / Zeynep Durgut