AKP’iyan hewl dan rojnamegerên dîmenan dikişînin lînç bikin 2024-04-03 09:56:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê AKP’a Colemêrgê Zeydîn Kaya û xizmên wan berê çekan dan welatiyan û dema rojnamegeran ev kêlî dikişandin jî xwestin wan lînç bikin.    Mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan nehat dayîn û li ser vê yekê li navenda Colemêrgê çalakî hat lidarxistin. Serokê AKP’a Colemêrgê Zeydîn Kaya û parastvanên wî bi çekan êrişî çalakvanan kirin. Rojnamegerên ku kêliyên êrişê dikişandin jî rastî gefên xizmên Zeydîn ê AKP’î hatin.    Rojnameger Serkan Kaya yek ji wan rojnamegeran e ku rastî hewldana lînçkirinê hat û gef lê hatin xwarin. Rojnameger Kaya, bi zor û zehmet xwe ji êrişê xelas kir û heta êriş bi dawî bûyî jî xwe spart avahiyekî.