Eren: Tiştên diqewimin senaryoyeke plankirî ye 2024-04-03 10:20:01   AMED - Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ji bo biryara paşvegirtina mafê îadekirina mafên qedexekirî yê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan got “senaryoyeke ji berê ve hatiye amadekirin” û ev tişt anî ziman: “Ev maf di çarçoveya vê senaryoyê de hatin girtin. Divê ji ewil CHP bertekê nîşanî vê derhiqûqtiyê bide.”    Namzetê heşvşaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan bi rêjeyeke ji sedî 55 hat hilbijartin. Du roj beriya hilbijartinê ji bo xelasbûna mesaiyê 5 deqe mabûn ku li ser îtîraza Wezareta Dadê, biryara îadekirina mafên qedexekirî yên Zeydan paşve hate girtin û mazbataya Zeydan dan Abdulahat Arvas ê AKP’î ku ji sedî 27’ê dengan standibû. Li dijî vê darbeya li dijî îradeya gel, ji her derdorê bertekên tund tên nîşandan.    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren têkildarî biryara 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê axivî û got: “Ev mudaxile beriya hilbijartinê hatiye plankirin û xwe li benda roja hilbijartinê girtine.”    ‘EM ÎCAR RASTÎ MUDAXILEYEKE CUDA HATIN’    Eren, diyar kir ku beriya niha jî bi rêya qeyûman mudaxile li dijî mafê bijartin û hilbijartinê yê gel hatiye kirin û wiha got: “Îcar jî bi rêbazeke cuda mudaxile hate kirin. Îcar bi destê darazê midaxile kirin. Ev biryar, biryareke derhiqûqî ye. Dadgehê beriya niha biryara îadekirina mafên qedexekirî daye. Ji ber ku biryar nebirine Dadgeha Bilind, ev biryar teqez bûye. Biryara duyemîn a dadgehê jî ji bo temyîzê rêya wê vekirî ye. Ji bo Abdullah Zeydan salek berê biryara îadekirina mafên qedexekirî hatiye dayîn. Heman dadgeh biryarê dide, biryara bihincet jî derdikeve û biryar teqez dibe. Lê her çi bibe, salek piştre li ser daxwaza Wezareta Dadê, Serdozgeriya Komarê ya Amedê di roj û saeta dawî de muracaetê dike. Em hemû saîkên siyasî deynin aliyekî, gelo dadgeh biryareke teqezbûyî çawa paşve digire?”    ‘HETA JI VENÊRÎNA DADGEHA BILIND DERBAS NEBE NIKARE RAKE’    Eren, destnîşan kir ku heke teqezbûneke derusûlî hebe dikare were rakirin lê nikare biryarekê bide. Eren, wiha pê de çû: “Heke îtîrazeke Serdozgeriya Komarê ya Amedê hebe, dê ji Dadgeha Bilind re bişîne. Lê belê rojek beriya hilbijartinê, tevahiya şandeya dadgehê ji bo biryareke nû tê ba hev, di nava du saetan de biryarê dide. Biryar tavilê li pergalê tê barkirin û li qeyda sicîlê ya birêz Zeydan tê zêdekirin. Ev nîşaneya çi ye? Hinek kes bi rêya vê xebatê mudaxileyî şaredartiya Zeydan dikin. Em li vir careke din bang dikin; ev pêvajo bi temamî derhiqûqî ye. Heta ku venêrîna Dadgeha Bilind nebe, dadgehek nikare biryara xwe rake. Ji ber ku di hundirê biryarê de tê destnîşankirin ku tabiê venêrîna Dadgeha Bilind e.”    ‘SENARYOYEKE PLANKIRÎ YE’   Eren, ji bo qewimînên heyî got; “Senaryoyeke ji berê ve hatiye amadekirin xistin meriyetê” û ev tişt anî ziman: “Jixwe namzetê AKP’ê Abdulahat Arvas jî rojek piştî hilbijartinê serlêdan kiriye. Îtîraza li Wanê hatiye kirin nîşan dide ku haya van kesan ji mijarê heye. Yanî ji hevdu haydar in û rewşeke plankirî ye. Dema em li naveroka îtîrazê dinêrin jî, dibînin ku hewldaneke li dijî îradeya xelkê Wanê ye. Divê Lijneya Hilbijartinê ya Wanê bi awayekî hiqûqî van îtîrazan red bike. Divê em rê nedin ku ev rewş veguhere rewşekî asayî. Ev du serdemin herêm ji hêla qeyûman vê tê birêvebirin. Mudaxileyeke cidî li dijî her kêm jî be demokrasiya heyî. Mixabin ev derhiqûqtiye êdî li Tirkiyeyê asayî bûne. Divê em destûrê nedin ku ev tişt asayî bibin. Divê daraz nebe amûra vê rewşê.”    ‘DIVÊ HER KES DENGÊ XWE DERXÎNE’    Eren, daxuyand ku divê her kes li dijî vê derhiqûqtiyê dengê xwe derxîne û axaftina xwe wiha qedand: “Di serî de jî banga min ji bo partiya îktîdarê ye; banga min ji bo muxalefeta sereke ye; banga min ji bo partiyên di hilbijartina dawî de bi ser ketine ye. Divê li dijî vê mudaxileyê û mudaxileyên bi vî rengî xwedî helwest bin û bertek nîşan bidin. Erê rast e CHP’ê dengekî zêde stand û gelek şaredarî bi dest xist. Divê ji ewil jî CHP tişta dikeve ser milê xwe bike. Ji ber ku heke dengê xwe dernexîne, dê ev derhiqûqtî hêj zêdetir bibin. Lewma jî divê her kes li dijî vê bêhiqûqtiyê dengê xwe derxîne.”