Parlamenterê berê yê AKP’î: Ji biryarê vegere 2024-04-03 10:53:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê AKP’î yê berê Abdulmuttalîp Ozbek bang li Abdulahat Arvas ê dixwazin têxin şûna Abdullah Zeydan ê DEM Partiyî kir û wiha got: “Hêvî dikim dê demildest ji vê biryarê vegere.”    Parlamenterê AKP’î yê Colemêrgê yê berê Abdulmuttalîp Ozbek ser hesaba xwe ya medya dijîtal bertek nîşanî xespkirina îradeya gelê Wanê da. Ozbek bang li Abdulahat Arvas ê ku dixwazin wî têxin şûna Abdullah Zeydan ê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatiye hilbijartin.    Ozbek diyar kir ku Wanî Zeydan hilbijartine û wiha bang li Arvas kir: “Beyî piştevaniya gel hatina rêveberiyê, wijdanê diêşîne. Ya ku dikeve ser me ji hilbijartina gel re rêzdarbûn û ji bo hilbijartina pêş xebat meşandin e. Ez hêvî dikim ku dê navê xwe, malbata xwe û hemû Waniyan bifikire û ji vê biryarê vegere.”