Li Keçîorenê êrişî avahiyê DEM Partiyê kirin 2024-04-03 12:34:03   ENQERE - Kes an jî kesên nasnameya wan nediyar duh bi şev êrişî avahiyê navçeya Keçîorenê yê DEM Partiyê kirin.    Kes an jî kesên nasnameya wan nediyar du bi şev êrişî avahiyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kirin. Partiyiyên îro serê sibê xwestine têkevin avahiyê partiyê, bi êrişê hesiyan. Partiyî dîtin ku pace hatine şikandin û hesinên caxê yên paceyan diparêzin jî hatine jêkirin.    Partiyiyên ku agahî dane polîsan, destnîşan kirin ku êriş ji hêla kesên provakator ve hatiye kirin.