Leyla Zana: Roj roja berxwedanê ye 2024-04-03 16:03:05   WAN - Siyasetmedara kurd Leyla Zana li Wanê bangî deh hezaran kesên tev li çalakiya protestoyê bûn kir û wiha got: “Roj roja berxwedanê ye. Em vê zilm û derhiqûqtiya li we hatiye kirin qebûl nakin. Tu kes nikare wiha sivik nêzî îradeya gelê kurd bibe.”    Prosteyên ji ber nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ê DEM Partiyî hatine destpêkirin didomin. Bi deh hezaran kes li Parka Feqiyê Teyran hatin gel hev.    DEMÎRTAŞ: EM BI XELKÊ WANÊ SERBILIND IN    Piştî axaftinên Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Başak Demîrtaş axivî. Demîrtaş, got ku ew bi sekn û îradeya xelkê Wanê serbilind in û wiha domand: “Em ji bo bejna xwe li hemberî vê îradeyê bitewînin îro hatine vê derê. Silavên Selahattîn (Selehattîn Demîrtaş) û Selçûk Mizrakli jî ji bo xelkê Wanê hene. Serok Selahattîn got; ‘Heke tu çûy Wanê, jê re bibêje ku wan bi 14-0’ê re em serbilind kirin. Em bi wan şanaz in.’ Tu hêz nikarin xwe li hemberî vê sekna birûmet bigirin.”    ZANA: RÊZÊ JI BO GELÊ KURD BIGIRIN   Siyasetmedara kurd Leyla Zana jî wiha got: “Wan, taca serê gelê kurd û Kurdistanê ye. Ez we û sekna we pîroz dikim. Ev îrade û xwedîderketina we gihişt her devera Tirkiyeyê. Berxwedana we berxwedana şeref û rûmetê ye. Roj roja berxwedanê ye. Em vê neheqî û zilma li we hatiye kirin qebûl nakin. Tu kes nikare wiha erzan nêzî vîna gelê kurd bibe. Dê hiqûq ji bo we jî lazim bike. Sibe du sibe dê pêdiviya we jî bi hiqûqê bibe. Banga min ji bo serokkomar e; rêzê ji bo vîna gelê kurd bigirin û ji v3e biryara xwe ya xelet vegerin.”    TANAL: XEFIK HEYE   Ji şandeya CHP’ê Mahmût Tanal jî ev tişt anî ziman: “Min ji we re peyama piştevaniyê ya serokê me yê giştî Ozgur Ozel anî. Li vir xefikek heye. AKP’ê li vir sûcek kiriye. Divê 85 milyon kes ji ber vê rewşê serlêdana sûc bike.”    BAŞ: EM Ê BI HEV RE LI BER XWE BIDIN   Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş jî wiha got: “Li dijî kesên dixwazin vîna gelê kurd bi zextê û bi zordariyê xesp bikin, em ê bi hev re li ber xwe bidin. Îro ne tenê li djiî îradeya we, her wiha îradeya tevahiya Tirkiyeyê tê xespkirin. Em vê êrişê weke êrişeke li dijî her kesî dibînin. Heta ku ew mazbata tê girtin jî dê têkoşîna me bidome.”   ASLAN: EM Ê TESLÎM NEBIN   Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan jî wiha got: “Em ê li dijî vê xespê teslîm enbin. Dê li dijî darbeya qesrê gelên tirk û kurd bi hev re tevbigerin. Em dixwazin ku rêzê ji bo vîna xelkê Wanê bigirin. Li hemberî îktîdara yekzilamî ya li vî welatî, dê îradeya gelên kurd û tirk bi ser kevin. Dê ev rejîm bê têkbirin.”    OZTURK: EM VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKIN   Serokê EHP’ê Hakan Ozturk jî ev tişt anî ziman: “Em ji bo ku bi we re di heman rêyê de bimeşin hatin vê derê. Ev 150 sal in li vî welatî hilbijartin nayên kirin. Mîna niha, hilbijartin tên astengkirin. Ev yek zilma li dijî gelê kurd e. Em vê zilmê qebûl nakin. Heke li Tirkiyeyê hiqûq hebe, divê li Wanê, li Amedê jî heman hiqûq hebe. Gelê kurd tu caran dê bi tenê nemeşe.”    KAHÎLOGÛLLARI: AKP SÛC DIKE   Berdevka TOB’ê Pelîn Kahîlogûllari jî wiha got: “Îktîdara AKP-MHP’ê sûc dike. Tifaqa AKP-MHP’ê dê têk biçe û em ê bi ser kevin.”    ŞEDAL: DÊ BERXWEDANA ME BIDOME   Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî ev tişt anî ziman: “Ev rûmet, rûmeta xelkê Wanê, ya jinan û ciwanan e. Gelê me ev du roj in li ber xwe dide û em hêj li ber xwe didin. Banga me ji bo namzetê AKP’ê heye; heke hinek heysiyet û rûmeta te hebe tu dê wê mazbatayê negirî û rêzê ji bo îradeya gel bigirî.”    ZEYDAN: EM Ê RÛMETA WANÊ BIPARÊZIN   Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan jî wiha got: “Em ê rûmeta gelê Wanê biparêzin. Em ne tenê rûmeta xelkê Wanê, dê rûmeta 85 milyon hemwelatiyan biparêzin.”