Li Amedê protestoya Wanê 2024-04-03 16:51:03   AMED - Welatiyên li Amedê hatin bahev, ji bo xespa vîna hilbijêran a li Wanê protesto bikin, li Ofîsê rê li trafîkê girtin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê ji bo nedayîna mazbataya Abdullah Zeydan ê weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hate hilbijartin şermezar bike bi wesayîtan konvoy çêkirin. Bi konvoya bi sedan wesayîtan li gelek noxteyên bajêr tûr hate avêtin. Di çalakiya ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn tev li bûn de biryar bi lêxistina kornayan hate şermezarkirin.    Her wiha her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Abdullah Zeydan rûmeta me ye” hatin berzkirin. Welatiyên li derdorê bi îşaretên serkeftinê piştgiriya partiyiyên di konvoyê de kirin. Welatiyan li sema Ofîsê pêşiya konvoyê birîn û bi hev re biryara Wanê şermezar kirin. Bi sedan kesan bi dirûşma “Amed ranaze xwedî li vîna xwe derkeve” Cadeya Ekîncîler a li Ofîsê ji trafîka wesayîtan re girtin.