Li Edeneyê rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin 2024-04-03 17:00:30 EDENE - Li Edeneyê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi birîna pasteyê hate pîrozkirin.    Meclisa Dayikên Aştiyê, bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a 75’emîn li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê hatin bahev. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) tev li bûn. Di pîrozbahiyê de paste hate birîn.    Di pîrozbahiyê de her tim dirûşma “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” , “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hate berzkirin. Di axaftinên bi boneya rojê hatin kirin de hate destnîşankirin ku ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were dê têbikoşin.