3 rojnamevan hatin binçavkirin 2024-04-03 20:22:41   NAVENDA NÛÇEYAN – Nûçegihanê me Ferhat Sezgîn û 2 rojnamevanên din ên li Wanê çalakiyên portestoyê yên li dijî xespkirina vînê dişopandin, hatin binçavkirin.    3 rojnamevanên li çalakiyên li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP'ê dişopandin, hatin binçavkirin. Li Esenyûrta Stenbolê nûçegihanê me Ferhat Sezgîn ku meşa hat lidarxistin dişopand û nûçegihanê Rojnameya Yenî Yaşamê Sema Korkmaz û li Wanê rojnamevan Medîne Mamdeoglû hatin binçavkirin.