Li Wanê bi deh hezaran kesî dest bi prîozbahiya berxwedanê kir 2024-04-03 22:25:20   WAN – Piştî YSK'ê mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan îadeyî wî kir, li Wanê bi beşdariya bi sedhezaran kesî pîrozbahiyên berxwedanê dest pê kirin.    Piştî ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) mazbata Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan îade kir, li Wanê pîrozbahî dest pê kirin.   Bi dehhezaran kes li ber avahiya DEM Partiyê ya bajêr li hev kom bûn û berxwedanê pîroz kirin. Girse ku ji gelek milan ve meş li dar xist, dirûşmeyên "Bijî berxwedanê Zapê" û "Bijî berxwedana Wanê" berz kirin. Girse ku qadê tije kir, dê demek şûn de ber bi Kolana Cumhûriyetê ve bimeşe. Tê payin ku Zeydan li vir axaftinekê bike.